KOBANÊ- Jinên ciwan bi meşekê tecawizkirina zaroka 10 salî li Efrînê, şermezar kir. Meş ji pêşiya Meclisa Navçeya Qinaye ya rojavayê Kobanê dest pê kir û bi dehan ciwanên kantona Kobanê tevlê bûn. Di Meşê de wêneyên zarokên bûne qurbaniyên sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rakirin. Li ser rêya navçeya Şêxler rawestiyan û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Mizgîn Silêman ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê wiha hat gotin. Di dîroka faşist AKP-MHP’ê her roj êrîşî jinan dike. Li sinorê tirkî bigre heya bajarê ku dagirkirye sistemê wê de sucên ku jinan hatiye kirin hesap nayê pirsîn. Ji ber hikumeta Akp Mhp bi zihniyeta şamana xwe rêvedibe li tirkî û Bakurê Kurdistanê pratikê ji bo peymana stenbolê derket ispata wê zihniyetê ye. 2018 an hikumeta Akp Mhp Efrîn dagirkir roja dagirkirye heya roja me ya iro ser gelên herêmê işkence girtin pêş dixe. Bi hezaran welatiyê Efrinî koçber kir. Her roj ciwanên heremê tên revandin û tên wenda kirin. Bi dehan caran jin û jinên ciwan işkence dikin. buyera dawî ku li Efrînê çêbû ispata qirêjiya AKP-MHP’ê da berçavan. Çeteyên dewleta tirk zarokek tecawiz kirin ev dervayi mirovahiyê ye ti pîvanên mirovahiyê de ev nayê qebul kirin li hemu cihan li hember hikumeta tecawizkar AKP-MHP’ê bêdeng dimine. Lê em bi rihê Ş.Arîn Mirxanan Ş.Avesta Xaburan dagirkeriya ser herema me emê têk bibin. Em şiyara jinên ciwan ku destpêkirye ya ‘’JIN JIYAN AZADÎ SERBİXE AZADÎ’’ da serhildana ku li Rojhilatê Kurdistanê destpêkirye emê hîn mezintir û xurtir bikin em bi rihê jinên têkoşer yê Efrîn û serêkanîyê emê tecawizkarên AKP-MHP’ê rizgar bikin.
Çalakî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.