HELEB – Di nava hefteyekê de du bûyer a tecawîzkirina du zarokan yek 14 e salî û yek 10 salî li Efrînë ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Turk a dagirker ev bûyera qirêj pêk hat. Ji bo şermezarkirina va bûyera bi êş îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan meşek hat li darxistin.Meş ji pêşiya Eywana Yasîn a ku dikeve milî xerbîya taxê û ber bi milê şerqî taxê herikîn. Di meşê de pankertên bi nivîsa”Ji bo destdirêjî yê Na Na,” Tecawîzkirina zarokan pêwîste were cezakirin,”Dengê rastiyê bê deng namîne em cezayê dixwazin,” Jin jiyane jiyanê nekûjin, hatin rakirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê Berdefka Yekîtiya Jinên Ciwan Nadiya Yosêf ve hate kirin.
Nadiya di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “Di destpêkê de em hemû giyanên nemir yên ku canê xwe ji bo ku jin û zarokên vè welatî di bin xeterî û desthiledariyê de giyana xwe kirin qurban bi rêzdarî em wan bi bîrtînin û bejna xwe li berhemberî wan ditewînin. Em ìro vê meşê li dardixin ji bo em hovîtiya siyaseta dewleta Turk bidin xuyakirin. Îro dewleta Turk bi hovîtiya xwe êrîşî jin herèm û zarokên me dike ev hemî kiryar di ber çavre derbas dibe,û kiryara herî qirêj û dawî li Efrîn ê tecawîzkirina du zarokan li ser destê çeteyên dewleta Turk hate kirin,ev jî êşek pir mezine di hundirê me de ye ku destdirêjî li ser pêşeroj û zarokên vê gelî të kirin,her wiha li Efrîna dagirkirî rojan e jin û zarok tên revandin û kuştin di dunyayê teva de tu sincê qirêj mîna sincê dewleta Turk tuneye.”
Li dawiya axaftina xwe de Neday wiha anî ziman û got: “Em weke jin û gelê kurd emê rojane li ser piya bin û ev kiryar şermezar bikin,ji ber zarokên Efrînë zarokên me û vî gelîn e û bi riya Hemleya me ya bi silogana ‘jin jiyan azadî serbixe azadî’ emê bi vê silogana xwe vê dewleta Turk tune bikin û faşîzimê ji holê rakin.”