NAVENDA NUÇEYAN – Navê min Nûda Tolhildan. Ez demek dirêj li Zapê mam e. Demekî kine ji alanê derketim. Surecê 2015-2016 em bixwe ji li wir bûn. Operasyon demek direj ajot. Dijmin pir bi hovane dihat li ser hevalan. Hem bîranînên pir xweş û zor û zehmet bû. Pir tişt hatin jiyan kirin. Çend mijar hene hîç ji bîro mirov naçe.
Alan bi giştî di nav şer de bû. Hinek tepe ketibû destê dijmin, hinek tepeyan de jî heval berxwe didan. Em jî hîn li jêrê bûn. Me pêwîstiya hevalan pêşvazî dikir. Wisa hatin çûyin be, kijan kar hebe me dixwast em hîn bêhtir alikarî bidin. Heval gotin Tepeya Merganişê rewşa hevalan ne başe. Silsileya Ertuşê de tepe hemû pey hevdû re tên. Şehit Colêmerge, Tepeyê Hawane, Boxaza Patata, Merganiş, Petrut heta Koordîne diçe. Merganîş di navbera wan de dimîne. Derdorê wî asê û zinar e. Rêka wî pir zêde nîne. Tenê dû xet hene ku tû bikaribî xwe bigîhînî Mêrganîş. Tepeya pêşiyê de dijmin piranî bi teknîk bidest xistibû. Min got ya Mêrganî orteyê de dimîne, tepeya hemberî ya Hawanê ye. Xeta din jî zinare kendale çûn û hatin nîne.
Dema operasyon destpê kir ev ya dalgaya duyemin bû. Cara yekem ji aliyê Qelahê Ertuşê destpê kir. Şehit Newal heya qederekî heta Şehit Zekî wan deran hatibun. Piştî demek şûnda ya duyemîn destpê kirin. Wê carê jî ji Colêmergê destpê kirin heta Koordîne bi teknikek pir mezin ser hevalan de hatin. Rixmî vî jî berxwedaniyek pir bi leheng, rixmî ku pir tecrubeya hevalan jî nîn bû care yêkem di şer de bûn, cara yekem rastiyek wisa re rû bî rû dihatin. Ama berxwedaniya ku ev hevalana kirin tu carî ji mejiya me de naçe. Em her tim bi bîranîna wan hevalan jiyan dikin.
Ez dixwazim ya Mêrganîşê behs bikim. Rastî heval pir tengavî de bûn. Heval Bêrîtan Serhed berpirsiyarê Tepeya Mêrganîşê bû. Heval nû ji perwerde derketibû hatibu. Zaten demekî kin bû hatibu. Ortê operasyonê de weke taqviye hatibu. Di nav wî yoxintiyê de dijmin asta herî jor de zorlame kir. Cîhazê de me dişopand heval her wisa heval Bêrîtan re diaxivîn. Zehmetiya ku dijmin dikişand jî mirov ser cîhazê de fêm dikir. Doçkayê wan hebu, BKC, Bîsvîng heval pir yoxun lê didan. Dijmin Tepe Hawanê girti bu. Navbera wir û Mêrganîş jî 200-300 metreye. Ji Tepeya Hawanê êrîşê Mêrganîşê kir. Kêleka vî jî bi balafir û keşîf lêdanek yoxun hebû. Heval ji her bersiv didan, lê didan. Zaten dijmin dibîne nikare beramberî bisekine, yoxuntiya balafiran zêdetir dike. Cihê ku heval têdane gupikek piçuk e, pir zêde ne mezin e. Hêjmarê hevalan jî zaten 4-5 hevale pir ne zêdeye. Rixmî vî jî heval dixwazin bi çekên xwe bersivên mezin bidin. Ji xwe cebilxaneya wan jî nemaye. Pewîste taqviye biçe gel hevalan. Çawa wisa gotin ez û hevalek em amade bûn, em her bendê bûn heval gazî bikin em derkevin.
Me BKC amade kirîbu. 200 mermî di çanteyê de 200 mermî jî li ser çek bû. Min bi xwe BKC rakir hevalê din jî qlêş li gel wî bû. Me dixwast em biçin ama me rê nedizanî. Em hîç neçûbûn Mêrganîşê. Tenê li gor tarîfê hevalan em çûn. Em li dolê bûn me Tepe dîdît, lê pewîste mirov di kuderê de biçe zanabûnê me nînbu. Tenê heval gotin vî dolê bişopîne zaten Tepeya li hemberiye. Lê rastî dola ku em tê de biçin normalde heval hîç bikarnaynin. Her tim di xetêndin de çûyin hatin heye. Zaten navê dolê jî dola pêyxamberaye. Yê ku di wî dolê de biçe pewîste sebrê peyxamberan pê re hebe. Pir zehmete. Rêya wî pir dirêje jî, zehmetiya wî jî heye. Min û heval Ruhal me xwe amade kir. Cîhaz jî gel me bû. Me heval Bêrîtan re ketiba têkîliyê wisa berdewam kiriba. Tam me xwe amade kir em derkevin 3 heval hatin. Ev jî birîndan bûbûn daketin jêrê. Keşîf li wan dabû. Heval Sara hebû, birîndariyek pir zêde çênebû bu, roket puç derketibû neteqiyabu. Hatin dîtin em xwe amade dikin em derkevin, heval Sara yekser pirskir got “hûn biçin ku derê?” me got hevalê Mêrganîşê takviye ji wan re pewîste em biçin taqviyeyê. Hîn bêhna xwe neda bû avekî venexwarî bû got “ Ez jî werim” Me derstpekî nexwast. Me got “Hûn îstirahat bikin. Em te nabin.” Pir zêde israr kir. Herî dawî pir dayatma kir got tiştekî min nîne. Me ev jî girt gel xwe û em ketin rê. Ez, heval Ruhal, Heval Sara em ketin rê. Em qederekî çûn. Nêzî nîv seat em meşiyan, me kemekî xwe da jorê. Heval ser cihazê gazî kirin gotin hevalek xort li wir heye ger hûn tam dûr nekerine werin vî hevalî jî bigirin wisa biçin. Dema em çûn hilkişiyan jor me mêze kir hevalek jin ser tehtê rûniştiye. Lingî wî de pêlav nîn bu, gore nîn bu. Ji basınç bandor bibû hindek heman demê şoqê de jî bû. Em her çar heval çûn gel. Me mêze kir me got “Heval Tanya çi bûye?” got “Heval em li jorê bûn, ez dizanim em li ser doçkayê bûn, me doçka bikardanî piştre dengê balafirê hat û şûndetir naye bîramin. Em hinek gel wî man me av dayê, em pêre eleqedar bûn. Me mêze kir rewşa wî başe me got “Hîn heval li jorê ne, me agahî ji hevalan girtiye rewşa hevalan başe, em biçin xwe bigîhînin. Hevalên din jî jêrê ne niha tû biçe xwe bigîhîne gel wan” Me heval Tanya rê kir, ew dikarîbû bimeşe. Me heval Tanya rê kir piştre em dîsa ketin rê me rêya xwe berdewam dikir.
Me xwe gîhand hevalan, heval xwe berdan jêrê. Heval Bêrîtan, Heval Nûda bû û Heval Arîn bû. 3 hevalên jin 2 hevalên xort bûn. Me mêze kir rewşa hevalan jî tam ne başe. Qederekî lêdan xweribûn. Basinca balafirê pir zêde bû. Me got heval bila îstirahat bikin, em tetîk de bin. Heval 2 roj bê av bûn. Avê ku me li gel xwe bir me dîrek da hevalan, heval av vexwarin. Ruxmî em evqas rê çûbûn em tî bûn jî me got em ne tîne hûn vexwin, me dixwast bila hemû heval vexwin. Piştî wî me hevalan re cîh çêkir ji bo îstirahat bikin. Me got em biçin ser şikêran tevgerandinê dijmin bişopînin ger tiştek çêbibe em yekser mûdaxale bikin. Ez, Heval Ruhal, Heval Cûdî em hersê çûn ser şîkêran. Ew şev heya seharê me hîç xew nekir. Em her li bendê b3unli gel me termal jî nîn bû. Me guhê xwe çar vekirîbû me arazî gûhdar dikir. Me digot ger sizma bibe em yekser ferq bikin. Edî dijimin çawa fikirî ez nizanim. Me berdan çûn tepeya Koordîne me derbas kirin. Ev şev nehatin ser me, çûn tepe Koordîne li wir îndîrme çêbû. Pevçûn derket heval di tepeyê de bûn. Qederek dengê pevçûnê dihat.
Me liser cîhaz dengê hevalan dişopand. Me dizanî wê derê de pevçûn heye. Lê me nedizanî edî kijan astê de dimeşe. Fermandariya Eyaletê dizani bû rewşa me jî. Got “ Heval lê bidin û paşve bikişînin” Heval Bêritan xwest em hemû dakevin jêrê, Heval Bêritan û 2 heval bimînin lê bidin. Herkes digot ez bimînim. Herî dawî Heval Bêritan got “Bê îtîraz herkes dakeve” heval Ruhal, Heval Bêrîtan, Heval Çiya, Heval Azad man. Me 100-200 metre berda jêre em ketin bin tehtekî û em sê heval li wir man.
Me mêze kir dengê çekan hat heval lêdan. Piştî 10 deqqe heval hatin, wê xwe berdabana jêrê, çawa li pêşiya me derbas bûn me got em li wir in. Zivirîn me mêze kirin, Heval Bêrîtan got “Hûn çi dikin li wir?” Me got “Em li benda we bûn. Ger hûn nehatibana em dîsa hatibana jorê.” Heval pir moral jî girtin. Atmosferekî pir cûda bû.
Dema me xwe berda dolê em çûn ber avê, dema heval avê vedixwarin min tenê wan mêze kir. Ev hevalên ku min bîranînê de behs kir, piranî şehîdin. Ama ev bîranîna bi hevalan re her bîraminda ye.