NAVENDA NUÇEYAN – Di her çandê de pîvanek mîna qanûnê heye ku keziyê destpêkê yê zarokên nû ji dayikbûyî tê veşartin. Ev pîvana li cografya û civaka me gelekî berfireh û bi wate ye. Li bajarê Qamişlo yê Rojava em çîrokeke gelekî bi êş û bi wateyeke xurt dibihîzin.
BI HELEBCEYÊ NAS DIKIN, JI NÊZ VE ELEQEDAR DIBIN
Gulistan Elî Bekir (Rûken Elî Bekir) û Ronahî Elî Bekir (Rûken Elî Bekir) xwişkê hev bûn. Du salan li pey hev ji dayik bûn. Salên kurt li gel hev man, lê belê ji bo bidin pey heqîqeta xwe, dan pey hev û bi têkiliyeke xurt gihîştin hev. Malbata Bekîr di sala 1988’an de bi Komkujiya Helebceyê re Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Ji bo bi malbatî tevlî nava vê têkoşînê bibin zend û bend ba dan, li her qadê tevlî nava têkoşînê bû. Ji malbata Bekîr Gulistan û Ronahî hîn di temenekî biçûk de bi wate û girîngiya têkoşînê hesiyan û li ber qedexeyên rejîma Baasê rabûn.
Gulistan ku bala wê gelekî li ser ziman, çand û neteweya Kurd bû, dest bi dayina perwerdeya Kurdî kir. Ji ber zextên rejîma Baas her roj li malekê bi rengekî veşartî komek ji zarokan perwerde kir û di nava wan de xwişka wê Ronahî jî hebû. Ronahî bi demê re serweriya li ser ziman xurt kir û êdî gihîşt wê astê ku perwerdeyê bide. Gulistan bi kelecana ku dest bi karên cuda bike, piştî demeke kurt PKK bêhtir ji nêz ve nas kir û sala 1993’an tevlî nava refên gerîla bû.
DU KEZIYÊN DI HUNDIRÊ ÇARÇOVEYÊ DE
Ronahî di encama dilsoziya xwişka xwe ya mezin Gulistan a li gelê Kurd û keda ji bo wê da, sala 1999’an piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hate girtin, biryar da ku tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe. Wê jî mîna xwişka xwe ya mezin keziyê xwe radestî dayika xwe Hedla kir û weke şervaneke heqîqetê berê xwe da çiyayên azad. Ji ber şert û mercên wê demê nizanîbû ku Gulistan sala 1996’an şehîd bûye, lewma timî bi xeyala dîtina Wê bi rê ket. Ronahî jî di 3’ê Nîsana 2006’an de li Cûdî heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.
Dayik Hedla Bekîr keziyên porên keçên xwe Gulistan û Ronahî yên ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiyan, mîna mîrateyekê parast. Herdu keziyên di hundirê çarçoveyekê de ne, li dîwarê malê hatine daliqandin.
Her kesên têne malê li çarçoveyê dipirse û bi baldarî li çîroka herdu xwişkan guhdarî dikin, vê mîrateyê jî vebêjin.