HESEKÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û bi daxwaza pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, her wiha ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên li Tirkiyeyê de, îro li navçeya Til Temir a Hesekê meşek li dar xist. Bi sedan şênî û endamên saziyên li bajêr jî beşdarî meşê bûn.
Ciwanên ku wêneyên Rêber Apo û alên Partiya Çepên Kesk rakiribûn, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeyê dest bi meşê kir. Meşvanan bênavber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Apo berz kirin. Meşvan li dawiya kolana Filistîn rawestiyan û li wir daxuyaniyek da. Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanan Ebûd El Miftî daxuyanî xwend.
El Miftî bêdengiya navneteweyî ya li hember kirinên li dijî Rêber Apo li Îmraliyê tên kirin, şermezar kir û got: “Erdogan li dijî Rêber Apo binpêkirinan dike û di bin tecrîdeke giran de radigire.”El Miftî bal kişand ser mehrûmkirina Rêber Apo ji mafên wî yên bingehîn û bal kişand ser daxwazên azadîxwazên li seranserê cîhanê ên ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Apo. El Miftî bang li rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan kir ku dawîn li komploya ku hîna li djiî Rêber Apo berdewam dike, bînin û rewşa wî ya tenduristî eşkere bikin. Bang li tevahî tevgerên ciwanan jî hat kirin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin û ji bo teşhîrkirina komploya navneteweyî ya qirêj xebatên xwe zêdetir bikin.