HESEKÊ –Li Hesekê meclisa ciwanan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya Pêngava Cenga Azadiyê Ser bixe bi amadebûna 60 endaman civînek lidar xistin.
Di civînê de geşedanên ku li herêmê rû didin bi taybet tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê hatin nirxandin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanên azadiyê destpê kir.
Piştre li ser navê meclisa ciwanên Rojava Viyan Nûjiyan axivî û bal kişand ser dîl girtin û tecrîda li ser Rêber Apo û got: “Dewleta Tirk ya dagirker bi destek dayîna hêzên hegemon Rêber Apo bi komployekî navnetewî dîl girtin. Ev bû demek ji Rêber Apo agahî nayê girtin. Li dijî vê yekê li Kurdistan û derveyî welat gelek çalakî hatin lidarxistin û pêşengtiya ciwanan gelek çalakî hatin kirin û hê jî dewam dike.”
Nûjiyan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ya dagirker ne tenê tinekirina tevgera azadiyê belkû tinekirina hebûn û nasnameya azade û wiha domand: “Pêwîste ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber vê yekê bêdeng nemîn in û helwestê xwe bidin nîşandan.”Piştre civîn bi nîqaşkirina mijarên heyî dewam kir. Ciwanan anî ziman ku armanca êrîşan dagirkirina temamî Kurdistanê ye.
Civîn bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nebe’ bi dawî bû.