NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta faşîst a AKP’ê nêzî salek berê gotibû, “Eger heta Cotmeha 2023’an ala Tirkiyeyê ji Helebê heta Mûsil (Kerkûkê) neyê ba, navê min nabe Suleyman Soylu.” Herî dawî Suleyman Soylu beşdarî bernameyeke televîzyona Tirk bû û careke din bal kişand ser planên qirêj ên hikûmeta faşîst.
Careke din diyar kir ku armanca wan a dawî tunekirina tevgera azadiya Kurdistanê ye. Bi awayekî zelal eşkere kir ku AKP ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê bi vî rengî propagandaya xwe dike. Soylu planên Sûriyê û Rêveberiya Xweser jî dubare kir û got ku ew ê êrîşî herêmê bikin. Li gor Soylu, bajarê Helebê di nav sînorê Misak-i-Milli de ye, lewma Tirkiye ne li gel wê yekê ye ku dewleta Sûriyê mafê hemwelatîbûnê bide welatiyên wê, lê Tirkiyê jî. Soylu derbarê herêmên Iraqê de jî heman tişt got.
Plan û armancên xwe yên qirêj ên piştî hilbijartinê bi van gotinan anî ziman: “Me 553 hezar û 335 birayên xwe yên Sûriyeyî şandin herêmên ewle.” “Piraniya penaberên Sûriyê ji bajarê Helebê ne. Heleb bi Mîsakî Milî re sînorê me ye, gelê me ev in. Komara Tirkiyê hertim li dijî wê yekê ye ku tirkmenên li Sûriyê û Iraqê bibin welatiyên wan welatan. Tirkiye ev yek weke siyasetek pêk aniye. Pêvajo guherî heta niha em wan dikin welatî. Hûn birayên me ne. Em ê sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de paqij bikin, em destûrê nadin Amerîka û terorîstan.”