QAMIŞLO – Tevgera Xwendekarên Demokratîk, Festîvala Şehîd Hogir a Xwendekaran li Hola Şehîd Zelal Mûnzûr û Stada Heysem Kiço yên li Qamişloyê da destpêkirin. Festîvala dê 2 rojan li Qamişlo be û di 26`ê Gulanê de çalakiyên xwe li Tebqayê bidomîne. Îro di festîvalê de 14 tîmên futbolê, 6 tîmên voleybolê, 2 lîstikvanên pînponê, 26 lîstikvanên kişikê û 12 bezvan amade bûn. Her wiha dê lîstika desmal û çewal jî bê lîstin.
Berdevka Tevgera Xwendekarên Demokratîk Narîn Helawî ji me re da zanîn ku ev 6 sal e festîval nehatiye lidarxistin, armanca lidarxistina wê jî birêxistinkirina xwendekarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşxistina wan ji hêla werzîş û çandê ve ye. Sibê dê pêşbirka zanistî, pêşbirka helbestan, stran, govend, şano û konsert bên lidarxistin.
Festîvala îsal diyarî şehîd Şahîn Cûdî hatiye kirin. Şehîd Şahîn Cûdî (Fadil Şahîn) ji Kobanê ye, bi salan kar û xebatên ciwanan li herêmê bi rêxistin kirin. Di 30`ê Cotmeha 2018`an dema ji Başûrê Kurdistanê vedigire Rojava, di encamê êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd dibe.