MEXMÛR – Artêşa Iraqê ên ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi wesayîtên zirxî û kepçeyan hatibûn bi çekan êrîşî xelkê Mexmûrê kir ku pêşiya wan girtibû.
Mexmûriyan jî bi kevir û daran bersiva êrîşê da. Ciwanek birîndar bû. Hate ragihandin ku ciwanê birîndar bûye navê wî Ehmed Tunce ye.
Berxwedana xelkê Mexmûrê bi biryardarî dewam dike û rê nade ku dorî wan bê têlkirin û kûle bên danîn.
Girse bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ qîr dike.
https://youtu.be/cs3s6ARJ9Wc