MEXMÛR – Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî û leşkerî duh hewl dan ji çend cihî ve bikevin nava Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kule daynin û bi têlan dora kampê bigirin. Li ser vê xelkê Mexmûrê herikî pêşiya wan û pêşî lê girtin. Heta saetên êvarî pêşiya wan girtin, di saetên êvarî de artêşa Iraqê êrîşî gel kir û ciwanek birîndar bû.
Ji bo rê neyê dayîn artêşa Iraqê bikeve nava Mexmûrê welatiyan kon vedan û dest bi çalakiya nobedê kirin. Ji duh ve çalakî dewam e. Ciwanên di nava nobedê te hestên xwe ji anjansa me axifi:
https://youtu.be/K4CG10cz3jo
Dixwazin wargehê bikin zindan li ser serê me
“Nave min Roj Yildistan, weke tê zanîn ev du roj in ku hêzên Îraqê dixwaze ku Wargeha Rustem Cûdî Mexmûrê bi sînoran dorpêç bike. Em wekî ciwanên Mexmûrê, naxwazin ku wargeha me dorpêç bikin û ji me re bikin zindan. Li ser vê esasê, em wekî ciwan, dayik û zarok bûye du roj ku em li vê derê li ser piya ne û em ê li ber xwe bidin.
Duh dema ku welatî li vê derê protesto dikirn, hêzên Îraqê gul barand û di encamê de ciwanek ji Mexmûrê birîndar ket. Em vê kiryarê qet qebûl nakin û eger wiha dewam bike em jî bi helwesteke xurtir nîşan bidin, em rê nadin ku hêzên Îraqê dest deyne li ser wargeha me ya Mexmûrê. Her çiqas cil û bergên dewletê bên guhertin jî, hişmendiya wan nayê guhertin.
28 sal in ku gelê Kurd û Kurdistanê tevî Wargeha Rustem Cûdî (Mexmûr) liber xwe dide û em jî bi rola xwe rêya wan dewam bikin û têbikoşin. Em ê ciwan li pêş bin û nahêlin ku wargeha me ji hêzên Îraqê re bê radestkirin.”
Em li ser piya ne
Nave min Daza Kara, xwesteka dewleta Îraqê ya dorpêçkirina wargeha me çend caran derbas dike. Em anha li ser piya ne, em ê vê şoreş û berxwedanê dewam bikin heta ku damarek xwîn di laşê me de hebe.”
Êrîşên hov pêk tînin, me parastina xwe kir
“Ji duh ve êrîşên giran li ser me tên pêkanîn. Me ev yek webûl nekir û em li pêşiya wan xwedî seknek in. Me parastina xwe kir ji êrîşên wan, lê mixabin bi zanebûn hevalekî me birîndar kirin. Di dirêjahiya van salan de me tucar guhertin û serdestkirin qebûl nekiriye û em ê qebûl nekin jî.”