MINBIC- Li Minbicê meclisa ciwanan a Minbic di çarçoveya Pêngava Cenga Azadiyê Ser bixe bi amadebûna bi dehan endaman civînek lidar xistin.
Di civînê de geşedanên ku li herêmê rû didin bi taybet tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên dagirkeriyê hatin nirxandin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanên azadiyê destpê kir.
Piştre li ser navê meclisa ciwanên Rojava Viyan Nûjiyan axivî û bal kişand ser dîl girtin û tecrîda li ser Rêber Apo û got: Rêber Apo ne kesek e Rêber Apo Gelekê didê dîyar kirin. di ewqas tecrîda giran û êrîşa hemû dewletên faşist di Zindanê îmralîyêde li ser Rêber Apo tê meşandin ruxmî van hemû êrîşan û tecrîdan dîsajî Rêber Apo Berxwedanîya dîrokî li hemberî faşizme dimeşinê.
Civîn bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nebe’ bi dawî bû.