MINBIC-Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Surîyê û Yekîtîya Jînên Ciwan ji bo destek dayîna berxwedana Gelê Mexmurê ev meş lidarxistin.
Meş ji çerxereya sebih el behrat despêkir û li ber navenda Ciwanên Şoreşger bi dawî bû. Di meşê de wêneyên Rêber Apo Alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yektîya Jinên Ciwan û pankartên li ser hatîne nivîsandin ‘’ Cenga Azadîyê Serbixe ’’ hate hildan. Di meşê de Ciwanan sloganên ‘’ Bijî Berxwedana Gerilla ’’ ‘’Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ ‘’ Bijî Berxwedana Gelê Mexmurê’’ bang kirin. Bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan tevlî meşê bûn.
dema ku meş gihêjte ber navenda Ciwanên Şoreşger li ser navê Ciwana Ehmed Ecmilî axivî û got: komlopya li ser Rêber Apo ku hatîye kirin. Armanca wê netenê gelê kurd bû, armanca wê tunekirina hemû gelê azadî xwezbû. Ev komplo li dijî tunekirina îrade û fikrê Azad bû. Ev êrîşên ku li Mexmurê tê kirin. Bidestê PDK, Dewleta Tîrk ya Dagirker û Hukumeta İraqê tê kirin. Îro em dibînin Dewleta Tirk ya Dagirker, PDK û Hukumeta İraqê li dijî fikrê Azad şer dikin. Em wekî Ciwanê Şoreşger û Jinên Ciwan Dibêjin ‘’ Bimrê Îxanet û Dagirkerî û Bijî Berxwedana Gelê Mexmurê’’
Çalakî bi sloganên ‘’ Bi Can Bi Xwîn Em Bi terane Ey Serokê Min’’ bi dawî bû.