BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku encama herî mezin û herî girîng a ku di hilbijartinên dawî de derketiye holê ev e ku pêkanînên rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ya li hemberî gelê Kurdistanê negihiştiye encamê û got, “Xwestin hêzên şoreşger tasfiye bikin, destkeftiyan ji holê rakin, bi vî awayî gel bêyî rêxistin bihêlin, îradeya gel jê bistînin û gel teslîm bistînin. Van hilbijartinan careke din nîşan da ku negihiştine encamê. Li dijî hemû zextên faşîst, girtin, komkujî, tecrîd û her cure êrîşan; dîsa tevî hemû hewldanên dewletê û helbet hemû dizî û xapandinên ji bo ku gelê Kurd di van hilbijartinan de îradeya xwe nîşan nedin û nikaribin benda hilbijartinê jî derbas bikin, encama ku derketiye holê encameke bi rastî jî girîng e. Ji bo gelê me di warê parastina vîna xwe de serkeftinek e. Ev tê wateya ku li xwe, nasnameya xwe û pêşeroja xwe xwedî derdikeve. Tu kes nikare di vî warî de vîna civaka Kurdistanê bide sekinandin. Ev tişt careke din îspat bûye.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên Radyoya Dengê Gel. Tevahiya hevpeyvînê wisa ye:
Tecrîda li ser Rêber Apo didome. Di vî warî de pêşveçûnek heye?
Tecrîda li ser Rêber Apo didome. Tevî pêvajoya hilbijartinê û geşedanên cuda yên li Tirkiyeyê, tişta ku bi awayekî sîstematîk didome tecrîda li ser Rêber Apo ye. Dem bi dem rayedarên Tirk nêrînên xwe yên derbarê Rêber Apo de dixin rojeva Tirkiyeyê û nîqaşan dikin. Her wiha tecrîda girankirî jî didomînin. Ev pergala tecrîdê li cîhanê di nav qanûnên tu kesî de tune. Li cîhanê li tu welatî tiştekî wisa tune. Di qanûnên Tirkiyeyê de jî tiştekî wisa tune. Bi kurtasî hemû qanûn û pîvanên exlaqî yên Tirkiyeyê bin pê dikin û bi israr vê tecrîdê didomînin.
Têkoşîna ku bi helwesta Rêber Apo ya di wê pergala îşkenceyê de pêş ket û helwesta gelê me ya li derdora Rêber Apo, polîtîkaya tecrîdê ya dijmin bêbandor û bê encam hiştiye. Armanca vê êşkenceya psîkolojîk û tecrîda girankirî çi bû? Ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê, tinekirina destkeftiyên gelê Kurd, lawazkirina gelê Kurdistanê û teslîmstendinê ev tecrîd tê kirin. Armanca wê ev bû, lê îro bi ser neketiye. Yanî destkeftiyên gelê Kurd hê jî hene, Tevgera Azadiyê îro li her qadê têkoşînê mezin dike û gelê me di şert û mercên herî dijwar de jî xwedî li vîna xwe derdikeve. Herî dawî di hilbijartinên çend roj berê de gelê me ev rastî bi awayekî zelal nîşan da. Yanî îradeyeke berxwedêr e; nekarîn vîna gelê me bişkînin û nekarîn bigihêjin encama ku xwestine. Ji ber vê îro tecrîd hatiye pûçkirin lê mêtingeriya Tirk, faşîzma AKP û MHP’ê vê tecrîdê didomînin.
Bêguman encamên têkoşîna li dora Rêber Apo tê meşandin tenê li Kurdistanê nayê dîtin. Di heman demê de nêrîn û ramanên Rêber Apo îro di rojeva cîhanê de ye, ji her serdemê bi hêztir e. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo gelên ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst tên pelçiqandin bûye hêviyeke mezin. Ev jî diyar dike ku modernîteya kapîtalîst ne bêyî alternatîf e û di heman demê de ev rastî derxistiye holê ku sosyalîzma demokratîk û modernîteya demokratîk vebijêrkeke xurt e. Li ser vê bingehê derdixe holê ku kûrahiya Rêber Apo û paradîgmaya ku wî pêşkêş kiriye, îro ji bo hemû bindestan hêviyek e. Ev jî bi eşkere dide xuyakirin ku polîtîkaya qirkirinê û tecrîda ku ji aliyê mêtingeriya Tirk ve hatiye meşandin, negihiştiye encamê.
Em di meha Gulanê de ne. Gulan wekî meha şehîdan tê qebûlkirin. Hûn dixwazin di vî warî de çi bibêjin?
Di salvegera 46’emîn a şehadeta heval Hakî Karer de û di şexsê wî de hemû şehîdên meha Gulanê û şehîdên şoreşê bi bîr tînim, li pêş bîranîna wan bi hurmet bejna xwe ditewînim. Bi minasebeta vê roja pîroz, ez soza ku me daye şehîdan dubare dikim. Em ê heta dawiyê li pey wan bin; em ê alaya ku ji me re hiştine bilind bikin, em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê, bi vî awayî di dîroka têkoşîna xwe de, em ê wan bikin kesayetên nemir. Em ê heta dawiyê li ser vê sozê bin.
Di meha Gulanê de jî di warê şoreşa Tirkiyeyê de şehadetên girîng çêbûne. Bi vê minasebetê ez hemû şehîdên şoreşa Tirkiyeyê ji Denîz Gezmiş heta Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr tînim û bi rêzdarî li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Di rastiyê de têkoşîna ku em niha didin meşandin berdewamiya van lehengan e û nûnertiya wan di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de tê jiyîn.
GIRÎNGIYA RASTIYA ŞEHÎDAN
Niha ji bo her tevgereke şoreşger, têkoşer û civakî rol û mîsyonên şehîdan girîng in. Li Kurdistanê ji bo me û tevgera me, ev rol û mîsyon, ji girîngbûnê wêdetir e. Ji avabûna şoreş û tevgera me û heta niha şehîd her tişt in. Şehîd bûne haveynê tevgera me. Heqîqeta şehîdan her tim di bingehê tevgerê de bûye çavkaniya hêz û mîsyoneke pêşeng û ev tişt aniye heta îro. Di şoreşa me de şehîd roleke ewqas girîng dilîzin. Ji ber vê jî ji bo me rastiya şehîdan ji tevgerên din cudatir e. Aliyê wê yê manewî pir zêde ye, girîngiya wê pir kûrtir û watedartir e. Mirov dikare qala du sedemên vî tiştî bike:
* Welatê me di bin lepên qirkirinê de ye û her tiştê welatê me û gelê me hatiye înkarkirin. Heta navê welat jî qedexe ye, xwedîderketina li xwe jî wekî sûc tê dîtin, çi aîdî welat be û çi jî aîdî şexs be, tê xwestin ku taybetiya nasnameyan were qedandin û ji holê were rakirin. Ji ber vê jî li welatekî wisa meşandina têkoşîna şoreşger ne tiştekî ji rêzê ye û gelekî girîng e. Zehmetiyên wê gelek in. Ger tu bi fedaî nêz nebî, tu ji bo azadî, netewe, welatê azad her tiştî nede ber çav, tu yê nikaribî şoreşgeriyê bi pêş bixî. Aliyek jê ev e.
*Aliyê duyemîn û ya girîngtir jî, nêzîkatiya Rêber Apo e. Ji destpêkê ve nêzikatiya Rêber Apo hebû. Wekî ku tê zanîn Rêber Apo jiyana xwe wekî sê pêvajoyên zayînê dinirxîne. Pêvajoya zayîna duyemîn a Rêber Apo bi xwedîderketina bîranîna şehîdan dest pê dike. Yanî destpêka zayîna duyemîn, avabûna têkoşîna azadiyê, têkoşîna bîrdozî û damezirandin e. Ev tê wateya destpêka ji bo bîranîna şehîdan.
JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDAN TEVGERA ŞOREŞGERÎ
Rêber Apo pêşî Mahîr Çayan ku yek ji pêşengên şoreşa Tirkiyeyê ye nas dike. Piştre dema ku Mahîr Çayan bi 10 hevrêyên xwe re şehîd bûn, Rêbertî ji bo bîranîna wan li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê pêşengiya rêxistina boykotê kir. Ji ber vê jî tê girtin. Ew li Zindana Mamakê dimîne. Denîz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan li wir tên darvekirin. Wê demê Rêber Apo jî di wê zindanê de girtî bû. Ji ber vê yekê Rêber Apo bi biryardariyek mezin ji zindanê derdikeve. Di encama lêhûrbûn û kûrahiya fikrî ya li zindanê pêş xistiye, êdî li ser bingeha bîranîna şehîdan, biryara pêşxistina tevgera şoreşgerî dide. Jixwe hema dema ji zindanê derdikeve hevrê Hakî Karer û Kemal Pîr nas dike. Diçe mala wan. Lêhûrbûnên xwe bi wan re parve dike, bi wan re dijî, li gel wan tevdigere, bi hev re nîqaş û lêkolînan dikin û piştre ji bo azadiya Kurdistanê dest bi xebatên komên îdeolojîk dikin.
BIRYARA PARTÎBÛNÊ ZELAL BÛ
Dema ku kom piçekî mezin bû û li Kurdistanê belav bû, yanî di nava ciwanan de, bi taybetî ciwanên xwendekar ên Enqere û Stenbolê bi rêxistin bû û piştre li Kurdistanê belav bû, şoreşgerê navneteweyî hevrê Hakî Karer di pozîsyona alîkarê Rêber Apo bû. Rêber Apo ji bo wî gotibû ‘Ew ruhê min ê veşartî’ ye. Hevrê Hakî bêyî dudilî û bi biryardariyeke mezin beriya her kesî hat Kurdistanê û dest bi xebatê kir. Ew milîtanekî wisa hêja û bi biryardar bû. Bê guman ji ber vê dijmin ew dişopand û tesbît kir; bi vî awayî ji aliyê rêxistina kontra ya bi navê Stêrka Sor ku organîze kiribû, şehîd bû. Piştî şehadeta hevrê Hakî Karer Rêber Apo got, ‘Me şehîd da û xwîn rijiya; Êdî ji vê rêyê veger tune’ û ji bo bîranîna hevrê Hakî bernameya PKK’ê nivîsand û biryardariya xwe ya avakirina partiyê zelal kir.
ŞEHADETA WÎ DU ENCAMÊN GIRÎNG DERXIST
Dikare were gotin ku şehadeta hevrê Hakî di du mijarên girîng de bû bingeh:
*Ya yekem, pêşketina biryardariya partîbûnê û berdewamkirina bîranîna şehîdan ji bo tolhildanê. Ev yek hişt ku, kom biryara partîbûnê bide. Kongreya PKK’ê jî di nava salekê de pêk hat û PKK ava bû. Aliyekî wê ev e.
*Ya duyemîn jî, ji bo tola hevrê Hakî Karer were hilanîn, yekem car yekîneyên çekdar ên biçûk hatin avakirin. Ew ji bo tolhildanê di nava çalakiyê de bûn û ji xwe tol hilanîn. Yanî destpêkirina têkoşîna çekdarî bi vî awayî, weke hewcedarî ketibû rojevê. Komê ji bo parastina xwe û tolhildanê çek hildan û bi vî awayî şerê çekdarî yanî qonaxa xweparastinê bi vî awayî dest pê kir.
XELEKÊN ŞEHADETÊ BÛN SEDEMA PÊNGAVAN
Ji ber van sedeman bi taybetî ji bo wê pêvajoyê mirov dikare behsa têgîna ‘hevrêtiya kûr di têkiliyên komê de’ bike. Ji ber vê yekê hemû heval gelek bi hev ve girêdayî bûn; her hevrêyek wisa bû. Lewma dema hevrêyek şehîd bibûya, girêdana bi wî re hê zêdetir dibû. Ev jî bûye sedem ku bi her şehadetekê re, lêhûrbûn kûrtir bibe. Bi taybetî jî têkiliya Rêber Apo ya bi hevrêyan re, dilsoziya wî ya ji dil, bi her şehadetekê re sekneke kûrtir û girêdaneke mezintir derdiket holê. Mînak şehadeta Mazlûm Dogan û Ferhat Kurtayan jî bi vî rengî bû. Bi rastî jî şehadeta Ferhat Kurtay û sê hevrêyên wî di salvegera şehadeta hevrê Hakî Karer de li Zindana Amedê bi şewitandina bedena xwe hat jiyîn. Berxwedaneke pir dijwar nîşan dan. Ew ruhekî datîne holê. Bi kurtasî ev ruhê ku bi armancekê ve girêdayiye û di vê armancê de xwe feda kiriye, bi hevrêtî û şehîdan ve girêdayiye, bûye bingehê pêşketina Pêngava 15’ê Tebaxê û esasê hemû şehadetê veguherî pêngavên nû hate avêtin. Dijmin xwest li kadroyên PKK’ê bixe. Çawa niha dixwaze, wê demê jî armanca sereke ew bû. Her êrîşa dijmin, ango her şehadetekê ji dêvila qelsiyê, xurtbûnek pêş dixist. Rastiya şehadetê sînerjiyek wiha afirandiye.
RUHÊ FEDAYÎ HÎN ZÊDETIR PÊŞ DIKET
Yanî ev têkiliya hevrêtiyê ya ku Rêbertî pêş xistî; têkiliya ku destpêkê di navbera xwe û hevalan de çêkirî, piştre di navbera xwe û şehîdan de çêkirî wisan bû ku; hemû şehîdan tevger hîn xurtir kir. Ji ber ku hîn zêdetir girêdan çêdibû; hîn zêdetir tevlîbûna civakî çêdibû; ruhê fedayî yê hevalan hîn zêdetir pêş diket. Ev tişt herî zêde li gel Rêbertî çêdibûn. Jixwe girêdanbûna Rêbertî ya bi şehîdan re û hevrêtiya wî ya bi wan re dibû sedem ku di Tevgerê de coş, moral û biryardarî hîn zêdetir be.
DI ŞERT Û MERCÊN HERÎ ZOR DE NIVÎSAND
Niha Rêber Apo 25 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye. Ev girtîgeh ji bo ku mirov li wir aqlê xwe winda bike û nekare bifikire, hatiye avakirin. Bi taybetî ji bo ku kesê hundir eger gotin di cih de be, ji bo ku bi saxî were kuştin ji aliyê hêzên komploger ve wiha hatiye pêşxistin. Yanî ev sîstem weke esas ji bo ku kes nekare bifikire, xeta xwe bidomîne hatiye avakirin. Lewma ew rêbazên êşkenceya psîkolojîk timî tên mezinkirin. Bala xwe bidinê, Rêber Apo li wir avabûna herî mezin pêş xistiye. Paradîgmaya Civak û Demokratîk-Ekolojîk ya li ser Esasê Azadiya Jinê li wir ava kiriye. Lêhûrbûnên teorîk ên herî mezin, li wir jiyaye. Di xwe de hêz û moral afirandiye. Niha em wan pirtûkan dixwînin; hêz û moral digirin. Wan pirtûkan di bin kîjan şert û mercan de dinivîsîne, di serî de her hevrêyek divê welatparêz hemû bifikirin. Niha tişta ji bo me çavkaniya moralê, nivîsên perspektîf Rêber Apo di şert û mercên herî zor de nivîsandine. Evane di bin êrîşên êşkenceya psîkolojîk de hatine nivîsîn. Hem jî bi tena serê xwe. Weke ku tê zanîn Rêber Apo qasî 11 salên destpêkê bi temamî bi tena serê xwe bû. Piştre çend hevalên din çûn wir, lê dîsa jî piranî tenê bûn; di hefteyê de du caran hevdû dibînin.
RÊBERTÎ Û ŞEHÎD JI HEV NAYÊN CUDAKIRIN
Têkoşîna ku Rêber Apo li Îmraliyê û beriya Îmraliyê li ser bingehê dilsoziya bi şehîdan re nivîsandî, mînaka afirêneriyê ya mezin e. Li ser vî bingehî êdî Rêber Apo û şehîd ji hev nayê cudakirin. Rêber Apo êdî berdevkê şehîdan e. Di rastiya Rêber Apo û şehîdan de wateyek wiha heye. Ya girîng ew e ku em ji vê wateyê rast hêz bigirin. Beriya her tiştî jî di vê wateyê de kûrbûn û fêmkirin; piştre jî divê hêz jê bê girtin. Ev tê wateya mirov ji rastiyê hêzê bistîne, bibe hêz û îrade, cesaret bistîne û qelsiyan ji ber xwe rake. Mirov desthilatdariya mêr û koletiya jinê bi vî rengî dikare ji pêşiya xwe rake. Hêza ku ji felsefeya Rêber Apo, ked û fedakariya şehîdan digire, astek pir xurt e û kesên têk naçin diafirîne. Tişta girîng ew e ku mirov vê fêm bike. Yanî jina azad, mêrê azad bi vî rengî dikare were avakirin; bingehê wê divê li ser vê were danîn.
ŞEHÎDÊN ME HER TIŞTÊ ME NE
Bi kurtasî çavkaniya vê hêzê îdelojiya Rêber Apo û şehîd in. Lewma şehîdên me çavkaniya me ya hêzê ne. Şehîdên me duh, îro û sibêya me ne. Şehîdên me her tiştê me ne. Haveynê me ne, hebûna me ne. Em îro jî hêzê ji şehîdên xwe digirin. Lûtkeya vê çi ye? Lûtkeya vê fedayîtî ye. Rastiya fedayîtiyê ya di şexsê Mazlûm Dogan û Zîlanan de pêk hatî, îro di şexsê Sara û Rûkenan de hîna di dewrê de ye lê di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê, dîsa li Bakurê Kurdistanê hemûyê berxwedana du salên dawî jî li ser heman mejiyê kûr bûye. Berxwedana ku niha hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li qadên din ên min diyar kirî pêş ket, bi dilsoziyek pir mezin û kûrbûnê pêş dikeve. Ji bo vê yekê jî fedakarî, cesaret, bêtirsbûn û fedayîtî gelek bilind e. Bi vî rengî hatiye meşandin û bi vî rengî dijmin hatiye rawestandin.
EW FERMANDARÊN ME NE
Eger ku îro dijmin li Bakur nekariye gerîla tasfiye bike, Herêmên Parastinê yên Medyayê ji holê rabike û li Zapê asê mabe, di bingehê vê de ev ruh û sekin heye. Ev sekin îro di şexsê Şoreş Beytuşşebapan, Rêberan, Hêjaran, Serhatan, Botanan, Zinarînan, Cûmaliyan, Çavrêyan de, dîsa di şexsê hevrê Mizgîn Ronahiyan, Bager û Avzeman, Nûrî û Berfînan, Helbest û Fedayî Kobaniyan, Delîl Zagros û Nalînan, Guvenan, Zamaniyan, Mahîr Mazlûman, Ronahî Devrîman, Roza û Hekîman de di astek herî bilind de tê ziman. Herî dawî şehîdê me yê hêja Viyan Ozgur, weke nûnera şehîdên Zapê hemûyan û nûnera berxwedana Zapê di vê meha dawî de şehîd bûye. Hevalek fedayî ye; endama Hêzên Taybet e û di berxwedana Zap / Girê Cûdî de, di wê berxwedan û serkeftina mezin de cih girt û bû xwedî rol. Yanî evane hemû lûtkeya dîroka têkoşîna şehîdan e; di asta lûtkeyê de nûneriya ruhê fedayî dikin. Em şehîdên xwe hemûyan bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin. Em şopdarên wan in; ew fermandarên me ne. Îro wezîfeya ku dikeve ser milê me, em wezîfeya xwe ya hevrêtiyê ya li hemberî wan bînin cih û xwedî li têkoşîna wan derbikevin.
Dîsa şehîdên Bakur hemû di vê çarçoveyê de ne. Mesele di sala dawî de, yanî ji serê salê û vir ve li Cûdî di şexsê hevrê Harûn Şirnex de, li Besta di şexsê hevrê Rojbîn de, li Gabar di şexsê hevrê Evrîm û Hogir de, li Mêrdînê di şexsê hevrê Canşêr de, li Dêrsimê di şexsê hevrê Yaşar de, li Serhedê di şexsê hevrê Hêjar de, li Cîlo di şexsê hevrê Raperîn de, em şehîdên berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin û soza ku me daye wan car din dubare dikin.
HER ŞEHÎD NEMIR E
Berxwedana li ser xeta şehîdan îro di asteke pir girîng de didome. Tişta ku ez dixwazim li vir balê bikişînim ser ev e ku, di tevgera me de şehîd bingeha esasî ye, şehîdên me fermandarên me ne. Şehîdên em yên leheng hêzê didin me, rêbertiya me dikin, rêgezê diyar dikin û xetê zelal dikin. Ji bo vê jî her hevrêyên me yên ku di nava refên me de şehîd dikeve nemir e. Em hevrêyên wan, em ê bîranînên wan di bilindkirina têkoşîna azadiyê de bidin jiyîn û bi vî awayî em şehîdên xwe nemir dikin. Erka me ye ku em têkoşîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartin çêbû. Hûn encamên vê hilbijartinê ji bo gelê Kurd çawa dinirxînin?
Encama herî mezin û herî girîng a ku di hilbijartinên dawî de derketiye holê ev e ku pêkanînên rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ya li hemberî gelê Kurdistanê negihiştiye encamê. Encama herî mezin ev. Weke ku tê zanîn ev 8 sal in tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê li ser bingeha ‘Plana Hilweşînê’ êrîşî tevgera me, gelê me, nasname û destkeftiyên gelê me dike. Bi van êrîşan dixwazin vîna gelê me bişkînin. Yanî dixwestin hêzên şoreşger tasfiye bikin, destkeftiyan ji holê rakin û bi belavkirina wan, gel bê rêxistin û bê îrade bikin. Niha van hilbijartinan de derket holê ku ev tişt pêk nehatiye. Ew di vê meseleyê de bi ser neketin.
Çawa ku ji sala 1925’an heta salên 40’î li Kurdistanê zilmekemezin û qirkirina fîzîkî pêk anîn û pişte heta 30 salan civaka Kurd nekariye serê xwe rake û di 12’ê Îlona 1980’an de cûntaya leşkerî û faşîst dest danî ser desthilatdariyê, piştî zilm û êrîşa ku li Tirkiye û Kurdistanê pêk anî, 10 salan li Kurdistanê bêdengî serwer bû û êdî kesî nikaribû serê xwe rake, AKP û MHP jî hewl dide îro heman tiştî bike. Yanî armanca êrîşên ku di sala 2015’an de li ser esasê ‘Plana Hilweşînê’ dane destpêkirin, mîna 12’ê Îlonê bêdengkirina gel e. Ev plan bi ser neketin. Helbet me ev yek dizanî, lê di hilbijartinên dawî de ev rastî careke din derket holê. Gelê me vîna xwe nîşan da. Li dijî hemû zextên faşîst, girtin, komkujî, tecrîd û her cure êrîşan; dîsa tevî hemû hewldanên dewletê û helbet hemû dizî û xapandinên ji bo ku gelê Kurd di van hilbijartinan de îradeya xwe nîşan nedin û nikaribin benda hilbijartinê jî derbas bikin, encama ku derketiye holê encameke bi rastî jî girîng e. Ji bo gelê me di warê parastina vîna xwe de serkeftinek e. Bi vê boneyê rêveberiya me gelê me û hemû kesên di vê serdemê de ked dane pîroz kir. Bi taybetî gelê me yê bi rûmet ên Botanê, gelê Şirnex û Colemêrgê û gelê Varto û Licê yên ku encamên bilind bi dest xistine, pîroz dikim. Di şexsê wan de ez hemû gelê me silav dikim û pîroz dikim. Li hemberî ewqas zilm û êrîşan ev îrade hate nîşandan û ev jî tê wateya ku biryara gelê me teqez e, wê biryara gelê me neguhere û di warê xwedîderketina li xwe, nasname û siberoja xwe wê xwedî derkeve. Tu kes nikare di vî warî de vîna civaka Kurdistanê bide sekinandin. Ev tişt careke din îspat bûye.
KÊMASÎ ÇÊBÛNE
Ji aliyekî din ve bêguman, dibe ku di xebatan de kêmasî çêbûne. Bi gotineke din, dibe ku di şêwaza xebat, plansazkirin û diyarkirina namzetan de kêmasî hebin. Sazî û rêxistinên pêwendîdar li ser vê mijarê civîn li dar xistin û nêzîkatiyên xwe pêşkêş kirin. Bi rastî jî guncav bû û gotin ‘Me peyama gelê xwe wergirt; me kêmasiyên xwe tespît kir û em xwerexneyê didin.’ Xuyaye ku her kesî mesele fêm kiriye û di nêzîkatiyeke berpirsyar de ye. Yanî hem encam xurt e hem jî kêmasî hene. Bi qasî ku em têdigihîjin, li ser kêmasiyan tê sekinandin. Ya girîng ew e ku di vê çarçoveya ku ji niha û pê ve derdikeve holê de bi awayekî xurttir nêzikî wê bibe. Ji ber vê yekê divê ji niha û pê ve her kes bi berpirsyarî erkên xwe pêk bîne, bêtir xwerêxistin bike û divê tu kes ne li benda kesên din be, divê her kes xwe berpirsiyar bibîne. Bi vî awayî divê helwesteke şoreşger û demokratîk were avakirin. Divê gelê me êdî îradeya xwe pirtir nîşan bide û bi helwesta xwe ya pir mezintir nehêle faşîzm bi ser bikeve û encamê bistîne. Ez di wê baweriyê de me ku li ser esasê vê encamê gelê me wê ji niha û pê ve jî bi awayekî gelekî xurttir û serkeftîtir bersiva pêwîst bide. Bi giştî wisa xuya dike.
We behsa berxwedana gerîlayên Bakur kir. Weke demsal em di destpêka pratîka salê de ne. Bi vê minasebetê hûn dixwazin li ser têkoşîna Bakur çi bibêjin?
Di serî de hemû hevrêyên li Bakurê Kurdistanê têdikoşin bi hezkirin û rêz silav dikim. Têkoşîna me bi giştî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, îro di qonaxeke pir dîrokî de derbas dibe. Weke me berê jî anîbû ziman, ev 8 sal in têkoşînek pir dijwar tê meşandin. Niha jî rayedarên AKP-MHP’ê û hin kesên xwe weke pisporên şer bi nav dikin, bi îfadeya ku bi ser ketine dixwazin ji xwe re propagandayê bikin. Lê belê ew dixwestin bi ser bikevin, lê bi ser neketin. Plan kirin ku Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî ji holê rakin û di heman demê de tevahî gerîlayên Bakur tasfiye bikin da ku yek gerîlayek Bakurê Kurdistanê nemîne. Dîsa bi tasfiyekirina Rêveberiya Xweser re plan kirin ku destkeftiyên gelê Kurd li Rojava tune bikin. Ew plan kirin ku rêveberiya xweser a civaka Êzidî ya Şengalê ji holê rakin û tasfiye bikin. Plan kirin ku îradeya gelê me yê Mexmûrê ji hev belav bikin, yanî ji ber ku kampa penaberiyê ye jî îradeyek temsîl dike û teslîmî tu kesî nabe, wir jî kirin hedefa xwe.
DEREWAN DIKIN, EW BI SER NEKETINE
Van hemûyan kirin hedef; ev 8 sal in hemû dahata Tirkiyeyê ji bo vê xerc kirine û her çendî ewqas êrîş pêş bixin jî encam li ku ye? Kîjan ji van armancên wan pêk hatiye? Li vir hebûna gerîla ya li Bakur, rewşa Herêmên Parastinê yên Medyayê û destkeftiyên gelê Kurd li ber çavan e. Ev çi nîşan dide? Ev nîşan dide ku ew derewan dikin û bi rastî ne serketî ne.
Rast e; me berdêl da, li hinek cihan me windahî da, belkî li hinek cihan hinek encam bi dest xistin, lê bi giştî encam negirtin, nekarîn bigihin armancên xwe. Lê niha weke ku encam girtine xwe nîşan didin. Rejîma AKP-MHP’ê dixwaze van mijaran bike amûrên hilbijartinê. Di vî warî de rastî li ber çavan in. Ev du sal in dixwazin Zapê dagir bikin; Hê jî nekarîn pêş ve biçin û ji ber ku niha li hember hebûna gerîla ya li Zapê tehemûl nakin her roj êrîş dikin. Ji van êrîşan nikarin encamê bigirin. Berxwedana gerîla îro li her derê didome. Di wê baweriyê de bûn ku bi teknîka xwe dikarin di nava du hefteyan de encamê bigirin, lê ev du sal in nikarin li Zap, Avaşîn û Metîna serwer bibin. Helbet dibe ku li hinek cihan hebin, lê li gelek cihan gerîla hene û niha bi hev re di nava şer de ne. Rastî ev e, lê ew her tim vê rastiyê berovajî dikin.
Niha ev yek ji bo gerîlayên Bakur jî derbasdar e. Gerîlaya Bakur îro di demeke pir girîng de ye. Fedakarî û cesareteke mezin heye. Bi rastî jî hevrêyên me di şert û mercên herî dijwar de li gelek qadan fedakariyên mezin dikin. Rastiya ku li ser vê rêya pîroz, di xeta Rêber Apo de û li ser şopa şehîdan dixebitin, bi hezkirin û dilsoziyeke mezin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê û herêmê, asta pêşketî ya hevrêyan îfade dike. Pêwîst e di vî warî de sekna hevrêyan bê teqdîr kirin. Lê belê di pratîkê de hin kêmasî hene. Em hemû bûyerên şehîdbûnê yên ku îsal li Bakur pêk hatine lêkolîn dikin û me bi lêkolînên xwe gelek aliyên van şehadetan zelal kir. Bêguman pêwîst li ser van bûyeran were sekinandin û bi wergirtina tedbîrên şoreşgerî kêmasî ji holê were rakirin.
Herî dawî li Mêrdîn û Bestayê şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Diyar bû ku gelek leşker hatin kuştin. Ji bo van her du bûyeran li ser şer û windahiyên ku çêbûne, hûn dixwazin çi bibêjin?
Li Bagokê ji 27’ê Nîsanê hetanî 5’ê Gulanê êrîşên operasyonî yên AKP-MHP’ê çêbûn. Li dijî van operasyonan hevalan sê çalakî lidar xistin. Li gorî tekmîla hevalan di van çalakiyan de 8 leşker mirin, hevalê Bahoz Çiya şehîd bû. Dîsa li Bestayê piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê, yanî di 15 û 16’ê Gulanê de êrîşek operasyonî çêbû; roja 16’ê Gulanê şer qewimî. Têkildarî vî şerî hîna agahiyek teqez nehatiye bidestxistin. Ew qala 5 windahiyan dikin, lê encex li gorî agahiyên me destpêkê wergirtin windahiyên wan zêdetir in. Dîsa qala 5 şehîdên me dikin, lê qasî hetanî niha me tespît kirî du hevalên me şehîd in. Bêguman dema encam tam zelal bû, wê ji raya giştî re jî bê ragihandin. Yan bêyî ku agahiyek şênber hebe, ne mijara gotinê ye ku em li ser gotinên AKP-MHP’ê tiştekî bibêjin.
Beriya her tiştî ez dixwazim vê diyar bikim; berpirsê hem leşkerên ku di van her du şeran de mirin û hevrêyên me yên şehîd bûne, hikûmeta AKP-MHP’ê ye. Weke tê zanîn ji ber erdhejên 6’ê Sibatê Tevgera me roja 9’ê Sibatê bêçalakîtî îlan kir. Ev helwesta me ya bêçalakîtiyê hîna didome. Tevî vê yekê jî êrîşên dewleta Tirk çêdibin. AKP-MHP planên xwe yên propandaya hilbijartinê hemûyan, li ser bingehê dijminahiya Kurd û mirina Kurdan kiriye. Jixwe ew bi xwe dibêjin ku çiqas Kurd kuştine. Wezîrekî wan ê parastinê heye; hejmaran dide û derewan dike. Ew hejmar ne rast in. Niha nizanim, dibêjin 30 çend hezar kes me kuştine. Pekî ew kes kî ne? Hemû jî xort û keçên Kurdan e. Bi eşkeretî xwedî li komkujiyên xwe derdikevin û vê yekê dikin bingehê propagandayên xwe. Yanî li hemberî me desthilatdariyek heye ku komkujiyek wiha dixwaze ku rejîma xwe mayînde bike. Çima? Ji ber ku di vê civakê de berê mejî û têgihiştinek bi vî rengî rûniştiye; li ser vî bingehî propaganda kiriye; sankî em dijminê Tirkiyeyê ne, sankî em ê Tirkiyeyê parçe bikin, gotinên wiha bi kar tînin. Lê tê zanîn ku tiştek wiha nîn e, me berê jî anîbû ziman. Em dixwazin Tirkiyeyê demokratîk bikin, li Tirkiyeyê yekîtiya bi dilxwazî ya gelan pêş bixin. Li ser bingehê azadî û wekheviya gelan ne cudakariyê, em dixwazin xwişk û biratiya rast, yekîtî û demokrasiyê pêş bixin. Li ser bingehê azadiya gelê Kurd, li ser bingehê ku gelê Kurd bi îrade û nasnameya xwe bijî, em alîgirê yekîtiya gelan e. Yên ku cudakariyê pêş dixin, ew in. Tevî vê jî me cudakar nîşan didin, li gorî xwe sûcdar dikin. Bi vî rengî dixwazin ku li ser bingehê ku xwîna zarokên Tirk û Kurd bê rijandin, desthilatdariya xwe ava bikin. Ji bo vê yekê ez car din diyar dikim; di van şerên hatin diyarkirin de, dîsa di serî de ji meha Sibatê û vir ve, berpirsê hemû windahiyên ku di pêvajoyên berê de çêbûne, tenê û tenê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.
Ev dixwazin bi mirinan bigihijin encamê. Dişînin û dibin sedemê mirinên wan; piştre jî diçin cenazeyên wan û propagandayê dikin. Baş e de, lê berpirsê wê tu yî; di van şert û mercan de çima tu wan dişînî wir! Hem ew bi xwe berpirsyar in, hem jî li ser cenazeyên wan rondikên çavan ên sixte dirîjînin û siyasetê dikin. Bêyî ku şerm bikin durûtiyek wiha dimeşînin. Berpirsê van encaman Tayyîp Erdogan e; ne kesekî dine e. Divê ev wiha bê zanîn.