QAMILŞLO – Bi dirûşma “Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin” bi kesan kes ji xelkê Qamişlo ji bo piştgiriya berxwedana penaberên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) meşek li dar xistin. Meş li dijî hewldanên dorpêçêkirin û têlkirina wargehê ji aliyê artêşa Iraqê ve, hate lidarxistin. Meşê li Çerxerêya Hemame ya taxa Til Hecirê ya Hesekê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Bi êrîş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin” hildan.
Meş bi dirûşman bi dawî bû.
https://youtu.be/qW2Wla9iCOM
Şêniyên Qamişloyê li hember hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê û têlkirina wê meşek li dar xist.
Meş li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dest pê kir. Di meşê de nûnertên TEV-DEM′ê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî amade bûn û pankartên “Bi êriş û dorpêçê hûn nikarin vîna me bişikînin” hildan.
Li pêş Şaredariya Gel a Qamişloyê meş veguherî mîtîngê. Li wir endamê rêveber ê Kongra Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Sarûxan axivî û fedakariyên gelê Kurd û berxwedana wî ya li dijî hewldanên qirkirinê pîroz kir û got: “Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi bin ket, nekarî vîna HPG′ê têk bibe û siyasetên xwe li dijî Şengalê pêk bianiya.”
Ebdulkerîm Sarûxan îşaret bi binketinên siyaseta Erdogan kir û wiha domand: “Erdogan di hilbijartinan de hewl da ji nû ve hegemonyaya xwe ferz bike û serdema xîlafeta xwe ya xwînrij nû bike.”
′ÇARENÛSA ME YEK E′
Têkildarî bûyerên li Wargeha Mexmûrê û hewldanên dorpêçkirinê rû didin jî got: “Sekna me ya îro li vir, ji hikumeta Iraqê, PDK′ê û dewleta Tirk a dagirker re peyam e ku em xwedî li berxwedana niştecihên Mexmûrê derdikevin û çarenûsa me yek e.”
Sarûxan bang li hikumeta Iraqê kir ku li gorî biryarên NY′yê yên parastina mafên penaberan tev bigere û wiha dawî li gotina xwe anî: “Diviyabû hikumeta Iraqê bi rêya diyaloga aştiyane, ne bi çek û cebilxaneyê, pirsgirêk çareser bikira.”
Endama Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman jî berxweana ku welatiyên Mexmûrê nîşan didin silav kir û got gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pişt wan e û divê berxwedan li hember hewldan û planên li dijî xak û gelê Kuridstanê bilind be.