ŞEHBA- Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Surîyê ye û Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçovaya hemleya Cengê Azadîyê Serbixîne û li dijî êrîşên ser wargeha penaberan a Şehîd Ristem Cûdî meşîyan.
Di vê çarçoveyê de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê xwepêşandanek li dar xist.
Bi sedan ciwan li ser rêya di navbera navçeya Ehdas û gundê Meratê de kom bûn û ber bi parka navçeya Ehdasê ve meşiyan. Di meşê de, ciwanan alên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên Rêber Apo, pankartên “bi rihê fedayîtî em dê di cenga azadiyê de bi ser kevin”, “Bêjî berxwedana Mexmûrê” û “Na ji pergalên faşîst re” hildan.
Li parkê, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir Miho axivî û behsa siyasetên li dijî niştecihên Kampa Mexmûrê ji 30 salan ve tên kirin, kir û destnîşan kir ku ew piştgiriya wan dikin.