ŞENGAL – Li dijî tecîrda girankirî a liser Rêber APO her wiha êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê bi pêşengiya Yeketiya jinên ciwan ên Şengalê meşek hate lidarxstin. Di meşê de hate diyakirin ku li kuderê gel xwe li ser fikrê Rêber APO rêxistin bike dijmin wir dike hedef. Êrîşên dewleta İraqê ên liser Mexmûrê jî li ser wî esasî ne. Di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ku ji aliyê Yeketiya jinên Ciwan ên Şengalê ve hatiya despêkirin, li nehiya Sinûnê a Şengalê bi pêşengiya yeketiya jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber APO yê û piştgiriya berxwedana Mexmûrê meşek hate lidarxstin.
Meşê bi tevlîbûna bi sedan xelkê Şengalê ji ber avahiya meclisa Gel a Sinûnê despêkir û heya çerxerêya Mam Zekî dewam kir.
Di meşê de posterên Rêber APO, alên TAJÊ’ê û ciwana hatin berzkirin. Herwiha bê navber dirûşmeyên wek “Bimre İxanet, bijî berxwedana Mexmûrê”, “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Piştî meş geha çerxerêya Mam Zekî daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê endama Yeketiya Jinên Ciwan ên Şengalê Avesta Êzidî ve hate xwendin têde hate diyakirin ku djiminê dagîrker li kuderê fikrê Rêber APO pêş bikeve wir dike hedef û hate gotin ji bo azadiya Rêber APO heya dawî emê dinava tekoşînê debin.