QAMIŞLO- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê derketin xwepêşandanê û dorpêçkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve şermezar kir û bang li NY`yê kir ku yekser destwerdanê bike.
Xwepêşdan ji pêşiya Navenda Yekitiya Ciwanan a rojavayê navçeyê dest pê kir. Ciwanan, pankarên “Em berxwedana xelkê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî li Mexmûrê silav dikin” û wêneyên Rêber APO, alên Yekitiya Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hildan.
Xwepêşdan li sûka navendî rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Rexed El Hisên daxuyanî xwend û got: “Niştecihên Kampa Mexmûrê piştî hewldanên dorpêçkirin û têlkirina kampa wan ji aliyê artêşa Iraqê ve, bi fikar in. Beriya 30 salî, di encama siyasetên qirkirinê yên desthilata Tirkiyeyê de, niştecihên vê kampê ji cih û warên xwe koçber bûn û li kampê bi cih bûn.
Em teqezî bi serdestiya Komara Federal a Iraqê û mafê wê ya xwezayî di pêkanîna ewlehiyê de dikin û di heman demê de bang lê dikin ku vîna niştevihên kampê ku dixwazin li gorî rêgez û qanûnên mafên mirovan bijîn, di ber çavan re derbas bike.
Ev kiryar, tenê tundiyê zêde dike û xizmeta siyasetên dewleta Tirk a dagirker dike ku eşkere behsa projeya xwe ya dagirkirina Sûriye, Musil û Kerkûkê kir. Em bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û mirovî dikin ku bibin dengê heqê û wan koçberan û berpirsyariyên xwe bînin cih.”