REQA- Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê ye û Yekîtîya Jinên Ciwan ê Raqayê meşek li darxistin.
Meş di çarçovaya hemleya Cenga Azadîyê Serbixe û Ji bo pişgirî dayîna berxwedana Gelê Mexmurê hat lidarxistin.
Meş li gel Stadyuma Beledî destpêkir û hayanî çerxereya elneîm bi dawî bû.
bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan Tevlî Meşê bûn.
Di meşê de alên Rêber Apo, Alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Jinên Ciwan hatin hildan.
de di Meşê de sloganên ‘’ Bijî Berxwedan Gerîlla ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ û ‘’ Bijî Berxwedan Gelê Mexmurê ‘’ bangkirin.
Dema ku meş gihîşt çerxereya elneim li ser navê Ciwanan Mihemed xazî axivî û wiha got: ev bû çend rojin hikumeta iraqê Wargeha Şehîd Ristem Cûdî Dorpeç kirine. em wekî Ciwanên Raqayê pişgirtîya xwe ji bo Gelê Mexmurê Radigihînin. Gelê Mexmurê ji bo Azadîya xwe Tekoşîn dike em vê helwesta hikumeta iraqê bi tundî şermezar dikin. Û emê heya dawîyê li gel, gellê xwe yê Mexmurê bin.
Çalakî bi Sloganên ‘’ Bê Serok Jîyan Nabê ‘’ bi dawî bû.