QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên şoreşger îro li bajarê Qamişlo meşek bi meşeleyan li dar xistin ,meş ji bo piştgirîya berxwedana gelê wergeha Şehîd Rustem Cûdî bû.
Meşa ciwanan ji ber wergeha ciwanan destpêkir,bi dehen ciwan beşdarî meşê bûn ,ciwanan alên Rêber Apo berz kiribûn,bi sloganên bijî berxwedana Mexmûrê bimre îxanet berê xwe dan ber navenda Neteweyî Yekbûyî a ku li taxa siyahî a bajêr dikeve,li wir li ser navê Tevgera ciwanên şoreşger ya bajarê Qamişlo Mazlum Mensor axivî
Mensor berxwedana gelê Mexmorê pîroz kir û piştgiriya xwe ragihandin ,her wiha di axaftina xwe da bal kişand ser planên PDK’Ê û Tirkiyê.
Hêjayî gotinê ye ku ev 4 rojin wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî a ku dikeve başûrê kurdistanê di bin dorpêça artêşa Îraqê da ye ,gel jî li hemberî vê dorbêçê konê berxwedanê danîne ber artêşê û nahêlin ku artêşa Îraqê derdorê wergehê bike têl.