Minbic- Yekîtiya jinên ciwan li Minbicê bi diruşmeya ” JIN JIYAN AZADÎ SERBIXE AZADΔ li ser rola jinên ciwan di nava şoreşe semînerek rêxistin kirin. Armanca sereke ya semînerê naskirina kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ku ji hêla Komalên jinên ciwan hatibû ragihandin bû. Yek ji naveroka kampanya xurtkirin û parastina şoreşa jinê ye. Ji bo vê jinên ciwan ên ereb di semînerê de hatin gel hev û li ser rola jinên ciwan û pirsgirêkên jinên ciwan ku di nava civakê de jiyan dikin hat nîqaş kirin.
Her wiha hate nîqaşkirin ku jinên ciwan çawa dikarin zext û zordariya li ser jin di nava civakê de çareser bikin. Jinên ciwan da xuyakirin ku bi hemleya nû ji bo xurtkirina şoreşa jinê û çareserkirina pirsgirêkên jinên ciwan gavên mezin bi avêjin û çalakiyên wek semîner, civîn li dar bixin.