ŞEHBA- Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûrîyê û Yekîtîya Jinên Ciwan a herêma Efrîn û Şehbayê civînekê girseyî li darxistin.
Civîn di çarçovaya pêngava ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ’’ de hat lidarxistin. Bi dehan Ciwan û Jinên Ciwan tevlî civînê bûn. Hola civînê bi wêneyên Rêber Apo, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan û pankartên ku ‘’ Cenga Azadîyê Serbixin ‘’ û Jîn Jîya Azadî Serbixin Azadî ‘’ hatibû nivîsandin hate xemilandin.
Di civînê de Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û Berxwedana Gerîlayên Azadîyê yê ku li dijî dagirkerîyê destanê qehramanîyê dinivîsînin bi berfirehî hat nirxandin.
Piştî deqeyekê rêzgirtin ji bo Pakrawanên Azadîyê civîn destpêkir. Piştre li ser navê ciwanan Baran Şahîn axivî û got: Dewleta Tirk ya dagirker ev bû demeke nahêle hevdîtin bi Rêber Apo re pêk bînin. Ji ber kû dizanin fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo hemû pirsgirêkên cîhanê çareserîyê bi xwe re tîne. Lewma Dewleta Tirk ya dagirker nahêle hevdîtin pêk bînin.
Şahîn di berdewamîya axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dagirkerîyê û îxaneta PDK. Dewleta Tirk ya dagirker û PDK bi hevre planên dagirkirina Kurdistanê armanç dikin. Bi vê yekê re dixwazin Rojavayê Kurdistanê, Başurê Kurdistanê dagir bikin. Di heman demê de hikumeta Iraqê jî wargeha Rustem Cûdî dorpêç dike. Ev hemû di konsepta tunekirina îradeya Kurdê azad e.
Di civînê de Ciwanan jî helwestê xwe li hemberî pêvajoyê dan.
Her wîha jinekê ciwan helwesta xwe da nîşan û soza xwe ya tevlî buna nava refên Azadîya Kurdistanê da. Û got “Ez rexnedayîna xwe li baramberî Rêber Apo û hemû şehîdan didim. Û ez soz didim ku ezê tevlî nava rêfên rêya Azadîyê bibim, ezê tevli nava refên gerîla bibim û ezê çekê hemû Şehîdan rakim.
Civîn bi sloganên ‘’ Bijî Partîya Karkerên Kurdistan‘’ “Bê Serok Jîyan nabê” ” Jin Jîyan Azadî ‘’ bi dawî bû.