NAVENDA NÛÇEYAN – Tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bi dijwarî didome. Li hemberî vê yekê jî bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi lidarxistina gelek çalakî û çalakiyan xebatên xwe yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo didomîne. Di dawiyê de jî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di çarçoveya hemleya Cenga Azadiyê Serbixe de gelek çalakî û çalakiyên hişyarkirinê li dar xistin, diyar kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rojeva bingehîn a pêngavê ye.
Ajansa me li ser vî esasî ji ciwanan nirxandinan girt.
Ebûn Miftî ya li Tiltemirê dijî, bal kişand ser tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo û diyar kir ku dixwazin di şexsê Rêber Apo de azadî bi dawî bibe.
“Ez Ebûd miftî Rêverberiya Ciwanên Şoreşger li bajarê Tiltemirê. Komploya li ser Rêber Apo di zîndana îmraliyê de komployekî mezine ji aliyê Dewletên mezin de di şexsê Rêber Apo de ev komplo pêş dikeve dixwazin Azadîyê di şexsê Rêber Apo de bikûjin. Ji ber ku Rêber Apo her tim daxwaza Azadiya gelan dike. Rêber Apo daxwaza Azadîya gelekî tenê nake Rêber Apo daxwaza Azadiya Rojhilata Navîn û Cîhanê dike. Em wekî Ciwan bi awayekî berdewam dixebitin bê navber ji bo em vê komployê aşkere bikin. ev komploya ku Dewletên Kapîtalîst li ser dixebitin,dîsa em bang li hemû Tevgerên Ciwanan li Cîhanê dikin. ku Tekoşîna xwe bilind bikin. Ku em Azadîya fîzîkî a Rêber Apo pêk bînin.
Navê min Şeze Elelî berdefka Ciwanên Sûriye pêşerojim. li Tebqa yê, em wekî Tevgerên Ciwanan Rêxistinên mirovî rexne dikin. Ji ber ew berprisyarê mafên mirovan di asta yekemîn da ne, ji ber heya niha gavek ne avêtine û ne jî lêpirsîn li ser kiryarên li ser Rêber Abdullah Ocalan tên kirin. vekirine, Piştî 24 salan ji zîndan kirine. ku ev yek tu zagon qebul nake ku ewqas sal bê girtin ku dema girtinê derbas kiriye, îro wekî Tevgerên Ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên siyasî em hemleyan bi pêş dixin ku dengê xwe bigihînin Cîhanê ku Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em ji vir de bangawaziya rêxistinên berpirsyarê zindanan dikin ku bila xwe bigihînin Rêber Apo û rewşa wî eşkere bikin. Ji ber heya niha ne deng û ne jî rewşek diyar heye ku werê bawar kirin ku Rêber Apo di zindanê da ye,em bang li hemû ciwanên Sûriyê dikin ku helwestek rast û ciddî li hemberî wê tevanê diyar bikin.
Ez Heval Husên Begarî Rêverberiya Ciwanan li bajarê Minbic û gundewarên wê. Îro em wekî Ciwanên Şoreşger em behsa Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bikin û belavbûna fikrên wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku Tevgera Ciwanan fedayîyê Rêber Apo ye ,em wekî Ciwan fikrên Rêber Apo belav dikin. li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser asta Sûriyê giştî jî , em îro jî di hemleya Cenga azadiyê bi ser bixin dane.”
NC// Hozan Can