NAVENDA NUÇEYAN – Ji roja ku kampanya nû ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ hatiye îlankirin û vir ve, Yekîtiya jinên ciwan ji bo ku kampanya baştir were naskirin û xurtkirin, hewl didin çalakiyan cur be cur li dar bixin. Wek mînak di van çend mehên dawî de jinên ciwan ji bo xurtkirina kampanyayê konferans, konser, pêşangeh û gelek tiştên din li dar xistin.
Îro jinên ciwan ên li Qamişlo û bajarê Minbicê biryar dan ku pankarten yên mezin li bajaran daliqînin da ku kampanya di nava civakê de bê naskirin. Çend roj berê Kobanê û Helebce jî ji bo kampanyayê afîşên rengîn li bajarên xwe daliqandin. Bi tevayî, jinên ciwan li Rojava hewl didin bi rêkûpêk ji bo kampanyayê bi rengên geş ên jinên ciwan bixebitin.