ŞEHBA – Îro danê sibê Kongreya Star û Heyva Zêrîn bi dirûşma, “Bi şoreşa jinê em ê tecrîdê hilweşînin û Rêbertî azad bikin” mîtîngek girseyî li dar xistin. Kongra Star û Heyva Zêrîn bi dirûşma şoreşa jinê, em ê tecrîdê hilweşînin, Rêbertî azad bikin meşek girseyî li dar xistin, ji ber kampa Serdemê ber bi Parka 4’ê Nîsanê ve li kantona Şehba û bi hezaran meşekê destpê kir. Şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî wê bûn.
Piştre jî ji bo giyanê pakê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Kongreya Star Bergen Amed a Kantona Şehbayê jî Îkram axaftinek kir û got azadiya Rêberê Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e. Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû, “Bijî Serok APO” û “Dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye!”