BEHDINAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Tevî pozisyona bêçalaktiyê ya hêzên me, artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne. Ev êrîşên ku faşîzma AKP-MHP’ê ji bo xatirê desthilatdariya xwe dewam dike, dibe sedem ku dagirkerên ku êrîşê hêzên me dikin jî bên cezakirin. Sedema sereke ya ku çeperên me yên berxwedanê 2 caran bi çekên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer, 34 caran bi obus, hawan û tankan hatine bombekirin û 4 dagirker jî bên cezakirin, faşîzma AKP-MHP’ê ye.”
HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî hêzên gerîla û qadên berxwedanê de jî ev agahî dan:
“Herêma Zapê;
- Di 24’ê Gulanê saet 04:00’an de dagirkeran êrîşê çeperên berxwedanê yên Sîda kirin û li ser vê yekê hêzên me yên YJA Starê jî ji bo xweparastinê bersiv dan.
- Di 24’ê Gulanê saet 16:30’an de dagirkeran êrîşî hêzên me yên li çeperên berxwedanê yên Sîda kirin, hêzên me jî ji bo xweparastinê bi taktîkên sabotajê bersiv dan û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
- 24’ê Gulanê ji saet 19:00’an heta 25’ê Gulanê saet 04:30’an, dagirkeran bênavber êrîşê hêzên me yên li çeperên berxwedanê yên Sîdayê kirin û li ser vê yekê hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan.
- Di 25’ê Gulanê saet 06:15’an de dagirkeran êrîşê hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kirin, hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de kamerayeke mobese hate rûxandin.
- Di 25’ê Gulanê saet 10:15’an de dagirkeran careke din êrîşî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kirin, hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan û dagirkerek hate cezakirin.
- Di 24, 25 û 26’ê Gulanê de dagirkeran êrîşî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê kirin û hêzên me jî ji bo xweparastinê bersiv dan.
Herêma Xakurkê;
- Dagirkeran di 26’ê Gulanê saet 11:50’î li Girê Şehîd Şahan, saet 18:30’î de jî li Girê Şehîd Axîn êrîş pêk anîn, li vir jî hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dane êrîşên dagirkeran.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî pêk anî;
- Di 24 û 25’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên Girê FM û Sîda du caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye;
- Di 23 û 26’ê Gulanê de Girê Şehîd Piling, Girê Hekkarî, Girê Amediyê yên Metîna û Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî yê Zapê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- Di 23’ê Gulanê de çeperên me yên berxwedanê yên Girê Şehîd Piling, Girê Hekkarî, Girê Amediyê yê Metîna, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Bahar, herêmên Çemço û Sîda yên Zapê 34 caran bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin.
- Artêşa Tirk a dagirker di 24, 25 û 26’ê Gulanê de êrîşî çeperên me yên li Qada Berxwedanê yên Girê FM’ê kirin û hewl da bi kepçe û dozeran çeperan hilweşînin.”