NAVENDA NUÇEYAN – Di dawiya meha Adarê de bi ragihandina ya kampanya nû “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” re, Yekîtiya jinên ciwan li seranserê Rojava her roj çalakiyên cuda li dar dixi. Di van çend mehên dawî de jinên ciwan ên li Kobanê ji bo xebatên kampanya afîşên rengîn li kolanên Kobanê daliqandin, konferansek û meşek li dar xistin û navê kampanya li dîwaran xêz kirin. Îro jinên ciwan di bin navê kampanya de ji bo balê bikişînin ser aliyê ekolojîk a kampanyayê û ji bo ku bajarê xwe bikin cihekî xweştir kolanên Kobanê paqij kirin.
Li Qinê jî jinên ciwan ji bo ku kampanya xurtir bikin di nava tevgerê de ne. Îro jinên ciwan ên li Qinê dijîn civînek li dar xistin û ser zewaca temen biçûk nîqaş kirin. Di dawiya civînê de jinên ciwan wêneyên rengîn ên bi nivîsa kampanyayê bilind kirin.
Jinên ciwan ên li Kobanê û li Qine diyar kirin ku ew ê ji bo xurtkirina kampanya her tim çalakiyên cur be cur li dar bixin.