NAVENDA NUÇEYAN – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Ev sê sal in ti agahî jê nayê girtin. Daxwazên hevdîtinê demek dirêj e bêbersiv tên hiştin. Sedemekî jî diyar nakin. Her çendî bi astengiyên kêfî û sîstematîk, dem bi dem bi cezayên disîplînê jî hincet nîşan bidin, ev jî carna piştî hefteyan û mehan encex radigihînin parêzeran.
BÊYÎ KU SEDEM WERE NÎŞANDAN, ÎTÎRAZ TÊN REDKIRIN
Li dijî qedexeya hevdîtina bi malbatê re parêzeran herî dawî di 23’yê Kanûna 2022’yan de serî li 2’yemîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Serlêdana parêzeran bi hinceta biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya ji bo 3 mehan hate redkirin. Têkildarî naveroka biryara redkirinê tu agahî bi parêzeran re nehatin parvekirin. Tenê hat gotin ku “cezayê disiplînê” heye. Parêzeran ji bo rakirina biryarê di 10’ê Çileyê de serlêdana îtîrazê ji bo 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê kirin. Dadgehê di heman rojê de bi heman hincetê îtîraza parêzeran red kir.
Parêzeren piştî erdheja 6’ê Sibatê ya Mereşê ku bandoreke mezin li gelek bajaran kir, ji bo hevdîtina parêzer û malbatan careke din serlêdan kir. Parêzer hîn bûn ku di 21’ê Kanûna 2022’yan de ji bo 3 mehan derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û muwekîlên wan ên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de biryara qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan de hatiye dayîn û biryara qedexeyê di 10’ê Çileya 2023’yan de teqez bûye. Parêzeran tevî vê yekê jî ji bo hevdîtina parêzeran hefteyê du caran û ji bo hevdîtina bi malbatan re jî hefteyê carekê serlêdan kirin.
Parêzeran di 6’ê Nîsana 2023’yan de cuda cuda ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê serlêdan kirin. Serlêdan hewaleyî 1’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hatin kirin û dadgeriyê di 12’ê Nîsanê de serlêdana ji bo hevdîtinê û îtîrazên parêzeran red kir. Li gel ku biryara qedexeyê ya berê hê neqediya bû jî dadgeriyê destnîşan kir ku di 15’ê Adarê de ji bo qedexeya hevdîtina bi ziyaretvanan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê re biryareke din dane, biryar di 30’ê Adarê de teqez bûye û bi vê sedemê jî serlêdana ji bo hevdîtinê red kiriye.
Parêzeran, di 14’ê Nîsanê de ev biryar birin 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê. Dadgehê îtîraza parêzeran di 30’ê Nîsanê de red kir û biryar teqez bû. Bi vê yekê re derbarê Rêberê Gelê Abdullah biryareke nû ya hevdîtina qedexeya bi malbatê re hate dayîn.
26’Ê NÎSANÊ QEDEXEYA NÛ YA ŞEŞ MEHAN
Her wiha tevî ku biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku di 27’ê Cotmeha 2022’yan de teqez bûbû bi dawî bû jî, ne dozgeriyê û ne jî rêveberiya girtîgehê tu bersiv nedidan serlêdanan.
Parêzeran ji bo hevdîtinê bi parêzeran re di 27’ê Nîsana 2023’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Lê belê dadgeriyê bersiv neda serlêdanê. Li şûna dadgeriyê, 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê teblîg ji parêzeran re şand. Di teblîgê de cih da biryara 3’yemîn Dadgeha Cezayan a Bursayê. Di biryara teblîgê de hat destnîşankirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryareke nû ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn.
Hat zanîn ku parêzeran li dijî biryarên qedexeyê li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdanên şexsî kirine.