HESEKÊ – Îro Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê daxuyanî dan û bang kirin, ku li dijî tecrîdê dakevin qadan. Berdevka jinên ciwan ên Hesekê, Medya Ebdilrihman têkildarî tecrîdali ser tecrîda wiha axivî:
“2 sal zêdetir tu agahî derbarê tenduristiya Rêber APO nayê girtin. Ji ber ku Rêbertî rola sereke ya jina azad e, dijmin hewl dide tecrîdê xurt bike. Lê belê divê dijmin bizane ku em weke jinên ciwan tu carî serî li ber dijmin nadin û soza xwe didin ku em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî çalakiya xwe bidomînin. Her wiha hewldanên dijmin ên li ser tecrîda jî bêencam in, ji ber ku Rêber APO bi helwesta xwe ya xurt ew tecrîd yî şikandiye.”