NAVENDA NÛÇEYAN – 3’yê Cotmeha 2014’an, dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî bajarê Kobanê kir û nêzî bajar dibûn, fermandarê Tabûra Şems El Şemal şehîd Feysel Sadûn (Ebû Leyla) digot dê Kobanê bi ser bikeve.
Ebû Leyla wek fermandarê Tabûrên Şems El Şemal cihê xwe li eniya rojhilat a bajarê Kobanê digirt. Her wiha bû yek ji sembolên cenga Murşîdpinarê (deriyê sînor ê Kobanê) ya 29’ê Mijdara 2014’an. Ebû Leyla di vê cengê de berxwedaneke mezin nîşan da û 7 caran birîndar bû. Ji bo tedawiyê ew rakirin nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê, piştî ku tedawî bi dawî kir, vegeriya û careke din cihê xwe di şerê li hemberî DAIŞ’ê de girt.
Ebû Leyla beşdarî pêngavên rizgarkirina navçeya Sirîn, bajarê Girê Spî, Hol, Şedadê, Eyn Îsa û bendava Tişrînê jî bû.