HELEBÊ – Îro Jinên ciwan ên li bajarê Helebê meşek û nîşandana sînevîzyonek li dar xistin. Di bin diruşmeya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” jinên ciwan ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Xwenîşandana îro li taxa Şerqî destpêkir û li taxa Eşrefîyê bi daxuyaniyek bidawî bu.Daxuyanî hem bi kurdî hem jî bi erebî hat dayîn. Du endamên Yekitiya Jinên Ciwan, yek Hêva û yek jî Reşa axivîn û eşkere kirin ku heta Rêbertî fîzîkî azad nebe, Jinên ciwan her tim di nava tevgerde bin. Di xwepêşandanê de alên Yekitiya Jinên Ciwan û ya Rêber Apo hatin hildan. Her wiha pankartek bi nivîsê “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” a ku bi destan hatî boyaxkirin hate hildan.
êvarê ji, ji aliyê jinên ciwan ve sînevîzyonek li taxa Şerqî fîlmek nîşan dan. Fîlm li ser bîranînên bi Rêber Apo re bû.