ŞEHBA – Îro Yekitiya Jinên Ciwan li Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Apo meşek girseyî li dar xist. Xwepêşandan di bin diruşmeya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat organize kirin. Meşa jinên ciwan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pankarta bi nivîsê “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hate hildan.” Her wiha alek mezin ya Rêber Apo hat hildan. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Jinên Ciwan li Şehbayê dan xuyakirin ku ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo ew ê her tim di nav tevgerê bin.