TEPQA – Jinên ciwan ên Tepqayê hatin cem hev û bi hev re bi sedan belavok belav kirin. Bi hefteyan jinên ciwan broşuran û belavok li gel belav dikin. Armanc perwede kirina gel li dijî madeyên hişbir û êrîşên dijmin ye. Ev xebat di çarçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de hat organîzekirin. Ji ber ku kampanya kiriye armanca xwe jinên ciwan û gel bi hev re parastina xwe li hember her cure êrîşên dijmin xurt biken.