HESEKÊ – Di 28ê Adara îsal de kampanya nû “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ji raya giştî re hat ragihandin. Ji wê demê ve jinên ciwan ketin tevgerê. Li seranserê rojava ji bo xurtkirina kampanya her roj çalakiyên cuda tên lidarxistin. Yek ji naveroka kampanya li hember êrîşên dijmin xwe parastin e. Ji ber vê Yekîtiya jinên ciwan li Hesekê perwerdeya bikaranîna çek kirin. Ji ber ku armanca kampanya nû “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” ew e ku jinên ciwan karibin bi xwe bawer li hemberî dijmin xwe biparêzin.