HELEB – Di çarçoveya rêzeçalakiyên li dijî tecrîda ya Rêber APO de, jinên ciwan duh meşek û nîşandana sînevîzyonek li dar xistin. Îro ji jinên xwendekar pêşangeheke wêneyan li dar xistin. Pêşangeh wênexêziyê ji aliyê jinên xwendekar li taxa Şêxmeqsûd hat organîzekirin. Wêneyên curbecur hatin pêşandan, di nav de wêneyên şehîdên mîna sehîd Sara an jî wêneyên jinên girêdayî xwezayê hebûn.
Pêşangeha di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat lidarxistin, ji ber ku armanca kampanya xurtkirina jinên ciwan di hemû qadên jiyana çandî de ye.