NAVENDA NUÇEYAN – Malbata Yerlîkaya ya ji eşîra Hayderî ya li navçeya Elcewaz a Bedlîsê demeke dirêj ji ber doza xwînê gelek xizmên xwe ji dest da. Bavê Fîlîz Hasan Yerlîkaya zanîbû ku ev doza xwînê wê zerarê bide malbata wan, lewma ji bo xwe ji vî şerê bêkêr vegire tevî hevjîna xwe Zarîfe û sê zarokên xwe di mehên destpêkê yên sala 1970’î de neçar ma cih û warê xwe biterikîne û koçî Edeneyê bike. Malbata Yerlîkaya ku tiştekî wan nemabû, ji bo karibe debara xwe bike li xaka Çûkûrovayê dest bi paletiyê kir û bi vî rengî zarokên xwe xwedî kir.
Zarîfe di sala 1971’ê de li mala xwe ya nû ya li Berkoyê meha Gulanê zaroka xwe ya çaremîn anî dinyayê. Jidayikbûna keça biçûk ji wan re bû mîna hêviyekê. Dayik Zarîfe bi gotina “Li dijî zilmê me tova hêviyê li xakê çand. Mîna ku ew şîn bû. Bila navê wê Fîlîz (Şitil) be, bila bibe hêvî ji me re, kêfxweşiyê zêde bike, hêza berxwedanê bide” pitika xwe hembêz kir.
Malbat vê carê sala 1974’an koç kir, bar kir gel xizmên xwe yên li navçeya Ebex a Wanê ya li quntarên çiyayê Tendurekê. Fîlîz heta 6 saliya xwe li çiyayên Kurdistanê mezin bû, lê belê felaketeke nû li benda malbata wê bû. Di sala 1977’an de ji ber erdheja mezin a li Wanê, malbata Yerlîkaya careke din berê xwe da metropolan; vê carê li taxa Tûzlûçayir a Enqereyê bi cih bû. Tûzlûçayir taxeke welê bû ku bi giranî Kurd ên xizan û Elewî lê diman. Fîlîz li gel çanda xwe her wiha şahidî ji gelek tiştên biyanî re kir û bi vî rengî mezin bû. Heman salê li Dibistana Hasko Yildiz Solfasol dest bi xwendinê kir. Dibistan ji bo wê bû ew dever ku tiştên nû lê hîn bû, lê di heman demê de nakokiyên nû jî danî ber Fîlîz.
SALÊN TÊKOŞÎNÊ Û ZINDANÊ
Fîlîz ku zarokatiyeke bi vî rengî ya zehmet derbas kir, li hemberî zext û zilma li dijî Kurdan bi hêrs mezin bû. Ji zanîngehê heta avahiya partiyê, ji wir heta karên rêxistinî û karên Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) bi tempoyeke xurt xebitî. Diyar kir ku êdî dem hatiye û divê têkoşînê li çiyê dewam bike. Di Nîsana 1992’an de tevî 9 hevalên xwe bi rê ket, ji bo tevlî nava refên gerîla bibe.
Fîlîz di jiyana xwe de li ber gelek zehmetiyan rabû, lê zehmetiyên nû li benda wê bû. Lê belê vê carê ne bi malbata xwe diviyabû bi hevalên xwe yên têkoşînê zor û zehmetiyan ji ber xwe rake. Di rêwîtiya dirêj de ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla destpê kir, li Bazîdê ketin kemîna leşkerên Tirk û dîl hatin girtin. Bi rojan êşkenceyeke hovane li wan hate kirin û hatin zindanîkirin. Fîlîz li girtîgehên Bazîd, Erzîrom, Nevşehîr û Kayseriyê hate sirgûnkirin. Di Kanûna 1992’an de ji girtîgehê derket. Li Enqereyê demekê kar kir, lê careke din bi rê ket ji bo karibe tevlî nava refên gerîla bibe.
Meha Nîsanê ji Enqereyê bi rê ket, gihîşt Stenbolê, ji wir jî berê xwe da Serhedê. Piştî ku çend mehan li Tendurekê ma, derbasî Şamê bû û li gel 4 hevalên xwe xwe gihand qada Rêbertî. Jiyana wê êdî derbasî qonaxeke nû bûbû, qonaxa duyemîn a jiyana wê destpê kiribû. Destpêkê navê Bêrîtan li xwe kir, piştre kir Gulan. Fîlîz (Şitil) a ku li Edeneyê şîn bû li Qada Rêbertî bû Gulan.
DIYALOGA BI ABDULLAH OCALAN RE
Bi cidiyeta xwe, sekna ji xwe bawer û dîsîplîniya xwe bala her kesî kişand. Bi nêrîn û kûrbûna xwe ya xurt heta derengiya şevê bi hevalên xwe re nîqaş dikir, hewl dida xwe hîn bêhtir perwerde bike. Dema di nava koma kûrbûnê de bû bi heyraniyeke mezin li Rêbertî guhdarî kir. Gulan bala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kişand. Ji bo wê, li ser Bedlîsê li ser kevneşopiya şêxtiyê ya li herêmê nirxandin kir, analîz kir. Dema ku qala bandora Îslamiyetê ya li Bedlîsê kir, pirsên bi vî rengî li Gulan kir. Gulan jî anî ziman ku wê Qurani Kerîm xwendiye, qedandiye û jê pirsî ‘Bi rastî jî te Quran qedandiye?’ Gulan jî got, ‘Belê Serokê min, min heft caran xwend’. Abdullah Ocalan jîrbûna Gulan û sekna wê ya ji xwe baawer bi baldarî şopand. Gulan guhdareke baş bû, analîzên civakî û kesayetî yên Abdullah Ocalan bi baldarî guhdarî kir, fêhm kir û hewl da zû bixe pratîkê.
JI TÊKOŞÎNA GERÎLA BER BI ÇALAKIYA FEDAÎ VE
Gulan piştî perwerdeyê bi israr xwest ku biçe Garzanê. Di 11’ê Gulanê de li Qada Rêbertî piştî merasîmekê tevî hevalên xwe ber bi Garzanê ve bi rê ket. Tevî herêmên Amed û Garzanê yên Bakurê Kurdistanê li herêmên Xinêre, Qendîl û Zapê yên Başûrê Kurdistanê jî gerîlatî kir. Di sala 1999’an de piştî ku Abdullah Ocalan bi komploya navneteweyî dîl hate girtin, ji bo çalakiya fedaî bike ji Garzanê çû metropolên Tirkiyeyê, lê belê bi banga Abdullah Ocalan a ji bo rawestandina çalakiyên xweşewitandinê vegeriya.
Di kongreya partiyê de piştî ku bi navê ‘Fedaiyên Rêbertî’ biryar li ser avabûna Hêzên Taybet hate wergirtin, Gulan jî tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Di encama kûrbûna li ser îdeolojî û fedaîtiyê de fermandarî ji karên Hêzên Taybet re kir. Di heman demê de cihê xwe di nava rêveberiya Partiya Jinê ya Azad (PJA) bi navê xwe yê niha PAJK’ê de girt.
* Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) di 7’ê Hezîrana 2002’an de di encama komployeke xayin de şehîd bû.