NAVENDA NUÇEYAN – Di 10’ê Hezîranê (şemî) de Yekitiya Jinên Ciwan ji bo Rêber APO konferansekê li dar bixe. Konferans dê di bin dirûşmeya kampanya nû “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de pêk were. Bername seat 10:00 li Tapqa dest pê bike. Di destpêkê de wê axaftin bên kirin û piştre wê ser mijarên fereseta azadîye û zayendperestiya civakî wê bê nîqaşkirin. Nîqaş û belgeyên ku tên xwendin di çarçoveya felsefeya Rêber APO de tên nîqaşkirin û pêşkêşkirin.
Endama a Yekîtiya Jinên Ciwan û endama komîteya amadekar Sara Osman diyar kir ku armanca lidarxistina konferansa ew e ku bi hev re ji bo pirsgirêka zayendperestiyê di nava civakê de çareseriyek bê nîqaşkirin û dîtin:”Bi vê mijarê ve girêdayî, xwendinek ser wateya azadiyê
dê hebin. Em weke jinên ciwan ên Kurd azadiyê çawa pênase dikin? Me ji xwe re kiriye hedef ku jinên ciwan bi hêztir xwedî li konferansê derkevin û beriya her tiştî felsefeya Rêber APO a azadiyê hîn bêhtir nas bikin. Ji ber vê em banga jinên ciwan dikin ku di 10’ê Hezîranê de beşdarî konferans bibin.”