NAVENDA NUÇEYAN – 18’ê Gulanê wekî Roja Şehîdên Şoreşa Kurdistanê hatiye qebûl kirin û hatiye îlan kirin. Meha Gulanê jî wekî Meha Şehîdan hatiye qebûl kirin. Em ev rojên bi wate de di şexsê şehîdê mezin rêheval Heqî Karer de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin. Di meha Gulanê de pêşengên şoreşa Tirkiyê jî şahadetên xwe yê mezin hene. Di 6’ê Gulanê de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Hûseyîn Înan bi sêdarê hatin şehîd kirin. Cardin di 18’ê Gulanê 1973’yan de pêşengê şoreşa Tirkiyê Îbrahîm Kaypakkaya li Dêrsimê hate girtin û di Zindana Amedê de bi êşkence hat şehîd kirin. Îbrahîm Kaypakkaya bi dirûşmeya ‘serî da lê sir neda’ hate bi bîr anîn. Em bi vê wesileyê şehîdên şoreşa Tirkiyê jî bi rêzdarî bi bîr tînin.
Seranserî meha Gulanê de hema her rojê wê de şehîdên me hene. Bi esasî tevahî mehan de şehîdên me hene. Gelek mehan de şehîdên wisa pir girîng hene. Meha Gulanê di Kurdistanê de wekî destpêka sezona salayê; erê, ne destpêka biharê ye lê ji ber ku di Gulanê de berf dihêle û tevger çêdibe lewma jî di meha Gulanê de şerên pir mezin çêbûne, berxwedanê pir mezin çêbûne. Ji bo wî jî bi rastî meheke pir bi wate ye, tê de berxwedaniyên pir girîng çêbûne. Gulan meheke wisa ye.
Di 1’ê Gulana 1977’an de li Tirkiyê di roja cejna 1’ê Gulanê de li Taksîmê êrîş li ser karkeran çêbû. Wê demê nêzî nîv mîlyon mirov li wir amade bûn, êrîş li ser wan çêbû. Di ev êrîşê de 34 kes jiyana xwe ji dest da ango şehîd ketin. Heman kesên di ew êrîşê de rol leyistin, hevalê Heqî Karer jî şehîd kirin. Ew komekî kontr gerîla bûn û di aliyê dewletê de hatibûn tevger kirin.
Cardin di 2’yê Gulana 1982’yan de li Qendîlê şahadeta fermandarên hêja rêheval Mehmet Karasungûr û Îbrahîm Bîlgîn çêbû. Dîsa şahadetên fermandarê saha navîn rêheval Azad Sîser, Çekdar Amed, cardin fermandarê Cudî Hemze Emerînê, di heman mehê çêbûn. Her wiha di 9’ê Gulanê de li Rojhilatê Kurdistanê ango li Îranê bi sêdarê rêheval Şîrîn Elemhûlî, Alî Haydariyan, Ferzat Kemanger û Ferhat Wekîlî hatin şehîd kirin.
Cardin hefteyê yekemîn yê Gulanê de ji bo têkoşîna jin şahadetên girîng hene. Li gel hevala Şîrîn Elemhûlî, di 11’ê Gulana 1992’yan de şahadeta rêheval Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) heye. Li Tatwanê dema ku dijmin dora mala hevala Mizgîn tê de digre, ew qebûl nakê ku dîl bikeve destê dijmin lewma jî ji bo şeref û rûmeta xwe ya şoreşgerî bi temanceya xwe bi awayekî fedaî xwe şehîd dixe. Heval Hozan Mizgîn fermandariya eyaleta Garzanê cih digirt. Hevaleke rol û mîsyona xwe hebû û berpirsyara xebatê bajaran bû. Cardin di sala 1974’an serdema ku rejîma Iraqê bi ser gelê Kurd de diçû, şagirtên zanîngeha Baxdadê dixwazin çalakiyekê bikin û teyareyekê birevînin, lê tên girtin. Ew şagirt tên dadgeh kirin lê stûyê xwe xwar nakin. Leyla Qasim û çar hevalê xwe yê xort di 13’ê Gulana 1974’an de bi sêdarê tên şehîd kirin. Wisa Şîrîn Elemhûlî, Hozan Mizgîn, Leyla Qasim di ev mehê de bi şêwazî fedaî an jî bi sêdarê hatine şehîd kirin.
Cardin şahadetê Hewlerê hene. Di sala 1997’an de 14’ê Gulanê de êrîşek mezin destpêkê li ser Zap û Metînayê û tevahî herêmên parastina medya de pêşket. Ev êrîş, bi tifaka PDK û Dewleta Tirk bi rêket. PDK li Hewlêrê çû ser saziyên şoreşê. Wê demê saziyên şoreşê weke çapemenî, rojname, grupa muzîkê, nexwaşxane hebûn; PDK çû ser ev saziyên me û di wir de şer çêbû. Di bin perpirsyariya heval Salih (Hasan Axaç) û heval Hêlîn de hevalan şer kirin, teslîm nebûn û berxwe dan. Nêzî 80’î heval di ev berxwedaniyê de şehîd ketin. PDK bi çek û topan êrîş bi ser hevalên me yên gazî ku li nexweşxaneyê de bûn, hevalan şer kir wisa şer di nava bajêr de çêbû û ev heval şehîd ketin.
Jixwe 18’ê Gulanê de hîn di sala 1976’an de weke mirov bêjê şehîdê me yê yekem dilxwazê grupê heval Fevzî Aslansoy li Enqereyê zanîngeha Hacettepê dixwend, ew di aliyê faşîstan de hate şehîd kirin. Cardin, 19’ê Gulanê roja şahadeta hevalê Xelîl Çavgûn e. Ew pêşengê berxwedana Hîlwanê bû, jixwe berxwedaniya Hîlwan û Sîweregê ji bo bîranîna wî bi rê ket. Di salvegera şahadetê rêheval Haqî de dema afîşê heval Haqî dardixin di wê çarçoveyê de êrîşa dijmin çêbû û heval Xelîl Çawgûn hate şehîd kirin. Saleke piştî wê cardin di 19’ê Gulanê de Mûslûm Baran li Pîrsûsê hate şehîd kirin.
Dîsa di 18’ê Gulanê de li Zindana Amedê şahadeta Çaran çêbû. Li Zindana Amedê di pêşengiya Esat Oktay ku ew êşkencekarekî tê zanîn bû, li wir zilmek pir mezin dihat meşandin, li hemberî wê zilmê di Newrozê de rêheval Mazlum Doxan çalakiya fedaî pêşxistibû, hevalê Ferhat Kurtay jî qowişa tê de tevî sê hevalên din plan dikin ku çalakî bikin. Wisa di 18’ê Gulanê de hevalê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik her çaran xwe li hevudû gerandin û agir berdan canê xwe. Tîner, boyax û tiştên wisa li canê xwe dabûn û wisa agir berdidin bedena xwe. Dema ku hevalên din yên qowişê agahdar dibin û dixwazin agirê wan bitefînin, ew rêheval bang dikin û dibêjin, ‘agir netefînin, geş bikin, ev agira tefandin xiyanet e.’ Dirûşmeyê wisa bang dikin. Bi vî awayî bi rastî 18’ê Gulanê ji bo me bû rojeke pir bi wate. 46 salan beriya vê şahadeta heval Haqî Karer çêbû û 41 salan beriya vê jî şahadeta Ferhat Kurtay û hevalên pê re çêbû. Û wisa ev roj hîn bi wate bû.
Cardin di meha gulanê de hin şahadetên din hene. Di 21’î Gulanê de şahadeta heval Celal Xoce (Ramazan Kaplan) fermandarê eyaleta Garzanê bû heye, cardin şahadete heval Îsmaîl (Xidir Bîngol) tevî 20 hevalan li eyaleta Erziromê heye. 25’ê Gulana 2012’an roja çalakiya mezin a fedaiyên mezin Êrîş û Andok e ku li Kayseriyê ev çalakî kirin. Ew bû çalakiya destpêka qonaxa pêngava 2012’an. Heman rojê beriya wê di dîrokê de di 1987’an de şahadeta hevalê Omerê Zer (Mustafa Omûrcan) tevî 7 hevalan nêzî Bazarcixê çêbû. Ev heval hemû kadroyên hêja bûn. Ji sahaya Serokatî diçûn eyaleta Tolhildanê di rê de şehîd ketin. Di 27’ê Gulanê de şoreşgerê hêja rêheval Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) û hevalên pê re şehîd bûn. Ev windahî ji bo me windahiyeke girîng bû. Hevalê Kasim hevalekî di her milî de gihêştibû û dikaribû roleke mezin bileyîsta. Hevalê me yê wekî Komîteya Navendî ya PKK’ê hevalê Cemşît (Ehmed Kesîp) hevalê Sabrî (Emîn Aslan) di dawiya Gulanê de şehîd bûn. Cardin hevalê Sîpan Amed, Rojbîn Serhed jî şehîdên meha Gulanê ne. Em tevahî şehîdên meha Gulanê, di şexsê wan de jî tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî û bi hûrmet bi bîr tînin. Sozê me dayî wan em careke din dubare dikin.