TEBQA – Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konferansê li dar dixe. Konferansa têkoşînkirina li dijî zayendperestiyê û bidestxistina hesta azadiyê îro saet di 10:00 de li Tebqayê dest pê kir. Ev konferansa ku Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dar xist, sêyemîn konferansa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Di konferansê de wê têkoşîna li dijî zayendperestiyê, têgihiştina azadiyê û çareseriyên ji bo wan bên nîqaşkirin.
Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê destpê kir. Axaftina vekirina konferansê ji aliyê Koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Nadya Yusif ve hat kirin. Piştî axaftina vekirinê sînevîzyona li ser Rêber Apo û Jin hate nîşandan. Pêşandana li ser Zayendaparest^ş ku ji aliyê endamên jinên ciwan ve hat amadekirin, ji aliyê Rîm Dede ve hat kirin.
Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan ên Ewropa (Teko-JIN) Seher Ateş û li ser navê Jinanî Gencanî Têkoşer ên ji Başurê Kurdistanê Merziye Ehmet beşdarî konferansê bûn.