TEBQA – Jinên ciwan bi diruşmeya ‘‘JIN JIYAN AZADÎ SERBIXE AZADÎ’’ li ser asta Bakur û Rojhilatê Surî konferansek lidar xist. Ji tevahî qadan bi dehan jinên ciwan beşdar bû. Cîh bi wêneyên Rêber Apo hat xemilandin. Her wiha pêşengeha Jineolojî û pirtukên Rêbertî jî hat pêşkeş kirin. Axaftina vekirini ji hêla endama kordinasyona jinên ciwan Medya yusif hat kirin. Peyama ku ji hêla Komalên Jinên Ciwan hatibû şandin hat xwendin. Li ser Rêbertî û Jin sinevîzyon hat temaşe kirin.
Ji qadên dervî Rojava ji Ewrupa Mexmur û ji Başur beşdarî konferansê bûn.piştra sunuma ku ji hêla endama yekîtiya jinên ciwan Rîm dede li ser zayendperestiya civaki û derbas kirina wê nivîs hat xwendin. Di vê beşe de jinên ciwan bi eleqeyek mezin tevlî niqaşan bû û nêrînê xwe anîtin ser ziman. sunuma ava kirina feraseta azadiyê jî ji hêla endama yekitiya jinên ciwan Nadya yusif hat xwendin. Di vê beşê de jî jinen ciwan li ser feraseta azadiyê niqaşên berfireh kirin. Sunuma dawî li ser çareseriyê bû di vê beşe de jinên ciwan pêşniyarê xwe anîtin ser ziman. Herî dawî bi sloganên ‘’JIN JIYAN AZADÎ’’ konferans dawî bû.
https://www.nuceciwan122.xyz/ku/konferansa-jinen-ciwan-li-tebqaye-dest-pe-kir/