HELEB – Bi armanca bipêşxistina beşa tenduristî Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê perwerdeya tenduristî organîze kir. Perwerdeya tenduristî piştî 15 rojan ji bo 10 jinên ciwan bi dawî bu. Dersên teorîk û dersên der barê tenduristî hat dayîn. Armanca perwerdeya tenduristî ya di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hat rêxistin kirin, ew e ku jinên ciwan zanyariyên bingehîn ên tenduristiyê û pêşgirtina nexweşî hîn bibin. Her wiha jinên ciwan du rojan li ser mijara zewacên di temenên biçûk hatin perwerdekirin.