KOBANÊ- Îro li Kobanê Yekitîya Jinên Ciwan li dijî Tecrîda li ser Rêber Apo meşîyan.
Meş di çarçoveya pêngava ‘’ Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî ‘’ hat lidarxistin.
bi dehan Ciwan, Jinên Ciwan û şênîyên Kobanê tevlî meşê bûn di meşê de Alê Rêber Apo, alê Yekîtîya Jinên Ciwan û pankartên ku li ser hatîye nîvisandin ‘’ Jin jîyan Azadî Serbixe Azadî ‘’ hatin hildan.
Meş ji gundê Minazê destpêkir û li gundê elpelûrê ve guherî mitîngê li wir li ser navê Yekîtîya Jinên Ciwan Şervîn Mislim axivî û wiha got: di serî de em Berxwedana Rêber Apo û Berxwedana di Çîyayên Azad de silav dikin. Ji her alîyên Cîhanê tê xwestin ku îro serî li vê Tecrîda giran hildin. Mîrovekî ji bo me îro Jîyana xwe, Canê xwe, Temenê xwe tev kirîye qurbanî û em jî pêwîste bê deng nebin. Em dikarin bibêjin ku em wekî Jinên Ciwan fikir û felsefeya Rêber Apo me di xwe de çandî. Ji ber vê jî em wekî Jin çi ji dest me bê çi ji alîyê çalakîyan ve çi ji alîyê meşan ve, çi ji alîyê Perwerdê ve û hwd emê bikin û emê tu carî nasekinin. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ‘’ Bîjî Berxwedana Serok Apo ‘’
Hêja ye gotinê ye ku gundê elpelûrê dema ku Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe diçe wî gundî.
Meş bi sloganên ‘’ Jin Jîyan Azadî Serbixe Azadî ‘’ bi dawî bû.