NAVENDA NUÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya xebatên xwe de Kovara hejmara sêyemîn bi manşeta “Bi Rihê Zîlanan Şoreşa Jin Biparêzin Azadî Serbixînin” li darxistin.
Kovara Yekîtiya Jinên Ciwan bi naverokên xwe yên dewlemend bi Zimanê Kurdî û bi Zimanê Erebî xwe digihêjîne xwendevanên xwe. Di vê hejmarê de Kovara Silava bal dikşîni ser salvegera 28.mîn şehadeta Ş.Zilane, darbeya 12
ê Îlonê, û ser salvegera şoreşa Rojava. Her wiha di kovarê de nivîsên perspektîfa Rêber Apo û wêneyên çalakiyên jinên ciwan ên dawî jî hene. Di nava rupelê Kovara cîh ji bo helbestek ji bo Rêber Apo û li ser bandora medya dîjîtal li ser jinên ciwan hat dayin.
Kovara Silava, di sala 2014`an de ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve hatiye derxistin. Kovar aliyên civakî, polîtîk, jin, analîz, bîranîn, çand û huner û bîrdozî digre dest.