QAMIŞLO- Çalakî bi dirûşma “Em destûr nadin ku êrişên dagirkeriya Tirk me ji xwendin, werzîş, çand û huner bê par bike” ji aliyê werzîşvan û xwendekarên herêma Cizîrê ve li pêşiya avahiya NY`yê ya li kolana Siyasî ya Qamişlo hate lidarxistin.
Di çalakiyê de, werzîşvanên beşdar bi pêşandana çalakiyên werzîşî, hunermend û xwendekarên beşdar bi xêzkirina tabloyan û lêdana amûrên mûzîkê, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.