DIRBESIYÊ – Artêşa Tirk a dagirker ji 7’ê Hezîrana bi balafirên biçek êrîşî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber van êrîşan, heta niha gelek sivîl û şervanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û bûne şehîd.
Ji bo şermezarkirina wan êrîşan endamên Yekitiya Jinên Ciwan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav tevgerê de ne. Li dijî êrîşên dewleta tirk ên bênavber Yekitiya Jinên Ciwan îro li Dirbesiyê di bin dirûşmeya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” meşeke girseyî lidar xist. Meş serê sibê saet 10 ber navendê ciwanan a bajarê Dirbesiyê destpê kir û li dawiya navenda bajarê Dirbesiyê rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, endama Yekitiya Jinên Ciwan Diyana Abdullah a bajarê Dirbesiyê daxuyaniya Yekitiya Jinên Ciwan xwend.
Di daxuyaniyê de Yekitiya Jinên Ciwan destnîşan kir ku ji êrîşên dijmin netirsin û bi parastina rewa bersiv bidin. Her wiha gotin ku jinên ciwan heta dawî li dijî êrîşan serî xwe netewînin.
Meş bi dirûşma “Bijî Berxwedana Gelan!” bi dawî bû.