BEHDINAN – Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Tîmên me yên bi tevger li Metîna û Xakurkê li dagirkeran xistin. Artêşa Tirk a dagirker êrîşên hewayî û bejahî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dike.”
HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker agahiyên berfireh parve kir. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li herêma Metînayê;
- Dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî di şeva 17’ê Hezîranê de bûn hedefa çalakiya hêzên me ya bi sabotajê. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn zelal nebû. Piştî çalakiyê helîkopter li ser qadê geriyan.
Li herêma Xakurkê;
- 18’ê Hezîranê saet di 12:30’î de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
- 16 û 17’ê Hezîranê qada Serê Metîna ya herêma Metînayê 2 caran, qadên Girê Cûdî û Girê Baharê yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, qadên Sinînê û Ava Lolanê yên Xakurkê 3 caran bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 17’ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ya Metînayê 11 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
- 17 û 18’ê Hezîranê Qada Bexwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê Baharê yên herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û Golka yên Metînayê 196 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
- Artêşa Tirk a dagirker di 16 û 17’ê Hezîranê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl hewl da bi kepçeyan çeperên me yên berxwedanê hilweşîne.”