HESEKÊ – Îro disa di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo de êrişa balafira bêmirov a biçek pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker di van dema dawî de êrişên xwe yên hovane yên li dijî gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine.
Ji bo van êrîşan protesto bikin û xwe ji van êrîşan biparêzin ev demeke jinên ciwan li Hesekê bi awayekî domdar semîneran li dar dixin. Îro ji Yekitiya Jinên Ciwan li Hesekê derdor nîvro li navendê Kongra Star di çarçoveya kampanya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ semînerek li dar xist. Semîner derbare Şerê Gelê Şoreşgerî bi zimanê erebî û kurdî hate birêvebirin. Di dawî de vîdyoyê li ser mijara erê Gelê Şoreşgerî ye hatin nîşandan.
Semîner paşê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî!” bi dawî bû.