RAQA – Îro li salona Civînan ya Lîstokgeha beledî ya Bajarê Raqayê Desteya Ciwanên Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê li dijî Polîtikayên Şerê Taybet û belavkirina maddeyên hişbir di nava Ciwanan de bi duruşmeya ‘’ Na ji hişbirê re, Erê ji Jîyanê re ‘’ Komxebatek lidarxistin.
Piştî Deqeyekê Rêzgirtin ji bo Pekrewanên Azadîyê li ser navê Meclîsa sivîl ya Raqayê Cîhad Hesen axivî û wîha got. Dijmin bi taybetî li ser Ciwana Polîtîkayên Taybet dixwazê bimeşînê bi taybetî dixwazê di nava Ciwanan de madeyên hişbir belav bike ji berkû dewletên dagirker baş dizanin ku Ciwan hêzên pêşeng yê Civakê ne dixwazê bi vê yekêre civakê ji nav bibe.
Komxebat bi nîqaşên başdarvanan li ser ku çawa Ciwan xwe li hemberî vê yekê biparêzîn bi dawî bû.