TEBQA – Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker di 20′ê Hezîranê de li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê erebeyeke Meclisa Kantona Qamişlo kir hedef. Di encamê de Hevseroka kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn. Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û der barê şehîdên komkujiyê ê ku li Qamişlo Şehîd bûne daxuyaniyek dan: “Tevahî gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê li hevdu xwedî derdikevin. Em jî li ser şopa şehîdên xwe bimeşin. Me soza ku daye şehîdan û gelê xwe di şexsê 3 rêhevalên me yên şehîd de careke din nû dikin. Em serî de ji malbatên me yên şehîdan û gelê me re sersaxiyê dixwazin.
Kombûyîna Jinên Ciwan bi dirûşmeyên dilsoziya bi qediyaye.