HELEB – Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Xwendekarên Demokratîk di bin dirûşma “Bi nasnameya jina azad em ê tecrîdê û dagirkeriyê têk bibin” komxebatek organîze kirin. Komxebat di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” li Helebê hat dayîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di destpêkê de perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin. Mijarên sereke yên ku hatin nîqaş kirin wiha bûn: Tecrîda li ser Rêber Apo, komploya navnetewî, êrîşên dewleta tirk ên dawî û hedef girtina nasnameya jin. Girêdayî van mijaran, li ser çareserkirina van pirsgirêkan û bi taybetî jinên ciwan çawa dikarin ji wan re bibin bersiv hate nîqaşkirin.
Endama Jinên Ciwan ên Helebê Hêva Bekir jî diyar kir ku armanca komxebata wan ew e ku çawa karibin tecrîda li ser Rêber APO bişkînin û got: “Rêber Apo jin kir pêşengê şoreşê. Ji bo wê divê jin her tim xwedî li Rêberê xwe derkevin. Bi dirûşmeya “Bi nasnameya jina azad em ê tecrîdê û dagirkeriyê têk bibin” em ê bi ser bikevin.”
Kombûyîna Jinên Ciwan bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” qediyaye.