NAVENDA NÛÇEYAN-Ciwanan li Reqa û Şehba li ser Derbaskirina Zayendperestîya Civakî Komxebata lidarxistin
REQA
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li hola Stada Beledî ya Reqayê Komxebata bi dirûşma ‘’ CENGA AZADIYÊ SERBIXIN ZAYENDPERESTIYA CIVAKÎ HILWEŞÎNIN ‘’li dar xist.
hevseroka Meclis Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed axivî û got: “Ciwan, ji bo pêşeroja Sûriyeyê gelek girîng in bi taybet piştî lidarketina şoreşê. Dibe ku şoreşeke zihniyetê be ku fikrên civakê yên li ser desthilatê ava bûne, biguhere.”
Îlham destnîşan kir ku hewldanên tevgerên ciwanan li herêmê, xwedî stratejî û armanceke diyar e ku civakeke demokratîk dûrî zayendperestiyê li Sûriyeyê bi giştî ava bikin.
Piştre sînevizyonek têkildarî destavêtinê, revandin, destdirêjiyê û zayendperestiyê hate pêşandan. Her wiha hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Buşra El Ehmed benda yekemîn a panelê ya têkildarî cins, alîgariya zayendî û civakî xwend.
Der barê mijara panelê û têkoşîna jinan li hember zihniyeta baviksalarî de beşdaran nêrînên xwe parve kirin.
ŞEHBA
Tevgera Ciwanên şoreşger a Kantona Efrîn û Şehba li hola Serdemê ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê Komxebata bi dirûşma ‘’ CENGA AZADIYÊ SERBIXIN ZAYENDPERESTIYA CIVAKÎ HILWEŞÎNIN ‘’bi beşdarbûna bi dehan ciwanan hate li darxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê dîwana komxebat ya ji Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Zelal Ebdo û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Zîn Henan pêk tê, komxebat bi rêve bir.
Mijara derbaskirina zayendperestiya Civakî bi zimanê kurdî û Erebî ji hêla endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger Yara Henan û Hene Îbrahîm xwendin. Di panelê de hate gotin: “Zayenperestî mijarek ku divê rast were tehlîlkirin û fêmkirin. Ji ber ku heya em rast tehilÎl nekin, em nikarin bandora wê ya li ser jiyana însan bidin nirxandin.
Li hemberî zayendperstiya di nava me de hatiye avakirin, divê em têkoşîn bikin da ku em jê xelas bibin. Çareseriya ku em dikarin bi hêsanî xwe jê xelas bikin, dema em fikr û felsefeya Rêber Apo baş nas bikin û bi perwerdekirin em dê azad bibin. ”
Di dawiya komzebatde beşdarvanan li ser derbaskirina zayendperestiya civakî nîqaş kir.